Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê: Divê Kurd li Sûriyeyê bibin hevparekî çalak

Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê: Divê Kurd li Sûriyeyê bibin hevparekî çalak

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî yê Îraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert li ser wê yekê hemfikir bûn ku divê Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê bibin hevparekî çalak ê niha û paşeroja wî welatî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî yê Îraq û Sûriyeyê General Kevin Lambert şandeya li gel wî qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir .

Li gorî daxuyaniyê di civînê rûdanê dawî yên rewşa ewlehiyê ya li herêmê, gef û metirsiyên terorê û tevgerên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekez kir ku ku DAIŞ hîn jî metirsiyeke rasteqîn e li ser ewlehî û aramiya Sûriye û Îraqê û pêwîst e hevkariya hevbeş ji bo rûbirûbûna wê bidome.

Li gorî daxuyaniya her du aliyan xwest ku û ji bo tinekirina bi temamî ya DAIŞê erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî berdewam bike.

"Kurd divê bibin hevparên çalak"

Her wiha di civînê de rewşa Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê jî hat gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî û Kevin Lambaird li ser wê yekê hemfikir bûn ku divê Kurd û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê bibin hevparekî çalak ê niha û paşeroja wî welatî.

Di heman demê de, behsa pêwîstiya aktîfkirina hewlên pêvajoya yekxistina Hêzên Pêşmerge û reformên li Wezareta Kar û Barên Pêşmerge jî hat kirin.

Rûdanê dawî yên li Rojhilata Navîn û bandora wan li ser aramiya herêmê û peywendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, mijarên din ên civînê bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin