
Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu: Pêvajoya aştiyê gaveke dîrokî ye
.
Nêçîrvan Barzanî û Ahmet Davutoglu pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê wekî “gav û derfeteke dîrokî” bi nav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu û şandeya pê re li Hewlêrê civiyan.
"Gav û derfeteke dîrokî ye"
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê da zanîn:
"Her du aliyan pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê wekî gav û derfeteke dîrokî hesiband ku divê ji dest neyê berdan û divê hemû alî ji bo serkeftina pêvajoyê û pêkanîna aştiyê hevkar bin."
Serokatiyê diyar kir ku Barzanî û Davutoglu bal kişandiye ser rola alîkar a Herêma Kurdistanê ya ji bo serkeftina pêvajoyê.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî “helwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo piştgiriya temam ji pêvajoyê û serkeftina wê ducare kiriye û amadehiya xwe ya ji bo her hevkariya pêwîst a ji bo serkeftina aştiyê” aniye zimên.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha behsa girîngiya aştiyê û encamên erênî yên wê ji bo Tirkiye û hemû herêmê kiriye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje destnîşan kir ku Davutoglu pesnê pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re daye û bipêşxistina pêwendiyan û firehkirina hevkariya hevbeş a navbera wan girîng dîtiye.
Pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, serdana Davutoglu ya ji bo herêmên cuda yên Îraq û Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê ya bi giştî jî di civînê de hatine nirxandin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin