Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê biryara dadgeha Iraqê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê biryara dadgeha Iraqê gotûbêj kirin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir û di hevdîtinê li ser rewşa siyasî ya Iraqê û biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya di derbarê nef û gaza Herêma Kurdistanê axivîn.

Îro Çarşemê 16.02.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller û şanda li gel kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de pêşketinên dawî yên rewşa siyasiya Iraqê, bi taybetî jî piştî biryara Dadgeha Bilinda Federalî ya di derbarê kerta neft û gaz li Herêma Kurdistanê guftûgo kirin.

Di civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî nêrîna xwe ya ji bo çawayiya derxistina biryarê û ‏hengavên ji bo çareseriyê anî ziman. Herwiha Barzanî dubare daxwaza kir ku ev qonaxa Iraq tê de ye Dadgeha Federalî û hemû aliyên Iraqî jî li pey çareserkirina pirsgirêkan bigerin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê herdem pêgiriya xwe ya ji bo ‏çareserkirina pirsgirêkan li gel Hikûmeta Federalî ya Iraqê li ser bingeha destûrê nîşan ‏daye û dubare kir ku ev cûre hengav xizmeta aramiya li welat nakin, ji bo wê yekê em ‏hemû divê ji bo çareserî û parastina aramiyê kar bikîn.‏

Li aliyê din her du aliyan bal kişandin ser hilbijartinên Cotmeha derbasbûyî ya Encumena Nûneran, dostên Iraqê li Iraqê çaverêyî pêkanîna hikûmetê û aramî û ‏ber bi pêşveçûna proseya demokrasiyê ne. Herwiha aliyan tekezî li ser girîngiya alîkarî û ‏hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî ya Iraqê kirin bi taybetî ji bo ‏rûbirûbûna terorê ku hê jî li Iraq û Sûriye j metirsiyeke rasteqîn e.

Mijareke din a civînê Hilbijartinên Herêma Kurdistanê bûn, Serok Nêçîrvan Barzanî yê de tekezî li ser wê yekê kir ku Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel aliyên ‏peywendîdar kar dike û li gel aliyên siyasî di peywendiyan de ye ji bo ku ‏hilbijartin di dema xwe da bê encamdan. ‏

Di beşeke din a civînê de her du alî li ser rewşa Pêşmerge û hengavên çaksazî û proseya yekxistina wan û piştgîriya Amerîka û welatên din ên dost avîn. Herwiha her du alî hevnêrîn bûn ku li gel wan gavên ‏baş ên di vê derbarê de hatine avêtin, prose hê jî karê zêdetir dixwaze û di vî warî de berdewamiya Amerîka û dostên Herêma Kurdistan pêwîst e.‏

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kerta aborî û girîngiya aramiyê ya ji bo teşwiq û handana sermayeguzarî û veberhênana ‏biyanî li Herêma Kurdistan û Iraqê, girîngiya serbixweyî ya dadgehan li Iraqê û Herêma Kurdistanê û berdewamiya alîkariya hevbeşiya Iraqê û civaka navdewletî, çend mijarên dinê vê civînê bûn.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin