Nêçîrvan Barzanî: Pêngava PKKyê ya çekdanînê dilxweşker e

Nêçîrvan Barzanî: Pêngava PKKyê ya çekdanînê dilxweşker e

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê kir û ew wekî "pêngaveke girîng û dilxweşker" bi nav kir.

Îro komeke gerîlayên PKKyê li Şikefta Casineyê çekên xwe danîn.

Di merasîma îmhakirina çekan de ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk, Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser îmhakirina çekan daxuyanî da.

Barzanî tekez kir ku ev pêngav dê pêvajoya aştiyê bibe qonaxeke nû û piştgiriya xwe ya tam ji bo serxistina pêvajoyê ducare kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê merasîma çekdanînê ya PKKyê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin,"Em pêngava îro ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya ji bo çekdanînê pêşwazî dikin.

Ev merasîm li Herêma Kurdistanê, bi amadebûna serkirdayetiya DEM Partiyê, nûnerên Herêma Kurdistanê û hejmareke siyasetmedar, kesayetî û dezgehên ragihandinê yên Tirkiyeyê birêve çû."

Em piştrast in ku ev pêngav dê pêvajoya aştiyê bibe qonaxeke nû û dê pêngavên din ên pratîkî li pey xwe bîne ku pêvajoyê ber bi arasteyeke rast ve bibin."

"Piştgirî dê berdewam bike"

Di daxuyaniyê de pabendiya bi piştgiriya pêvajoyê hat ducarekirin û wiha hat gotin:

"Her bi vê boneyê, em pabendiya xwe ya tam a bi berdewamiya hemû piştevanî û piştgiriyê ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê ducare dikin.

Di vê çarçoveyê de em wekî her carê amade ne ji bo pêşkêşkirina hemû alîkarî û hêsankariyên pêwîst û cîbicîkirina her erkekî ku bikeve ser milê me."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê di rewşeke hestiyar re derbas dibe û serkeftina aştiyê di berjewendiya her kesî de ye:

Di berdewamiyê jhî de amaje bi wê yekê hat kirin ku di aştiyê de her kes serkeftî ye û serkeftina aştiyê, xizmeta Tirkiyeyê, tevahiya herêmê û hemû aliyan dike.

Spasî ji bo Erdogan, Bahçelî û Ocalan

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya aliyên ku di pêvajoyê de rol lîstine kir û got:

"Em spasiya xwe, pêzanîn û destxweşiya xwe ji bo Cenabê Serok (Recep Tayyîp Erdogan) û ji bo destpêşxerî, piştgirî û hewlên wî yên ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ducare dikin.

Her wiha em bi rêzdarî li rola Rêzdar Bahçelî û Ocalan û hemû kesên ku ji bo serkeftina aştiyê kar dikin dinêrin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin