
Nêçîrvan Barzanî: Paşeroja Kurdistanê girêdayî bihêzkirina jinan e
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo “Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan” de got got, “Pêşeroja Kurdistanê girêdayî bihêzkirina jinan e.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser parastina mafên jinan û got:
"Em dê di hewl û xebatên xwe yên ji bo rûbirûbûna hemû cureyên tundî û cudakariya li dijî jinan de berdewam bikin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her wiha got:
"Di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan de, em pêbendiya xwe ya neguher a ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakeke ku azadî, wekhevî û şkoya mirovî tê de serwer be, ducare dikin."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo “Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan” peyamek belav kir û tê de wiha got:
"Di Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan de, em pêbendiya xwe ya neguher a ji bo parastina mafên jinan û avakirina civakeke ku azadî, wekhevî û rûmeta mirovî tê de serwer be, tekez dikin.
Em dê hewl û xebatên xwe yên ji bo rûbirûbûna hemû cureyên tundî û cudakariya li dijî jinan bidomînin.
Em bi rêz û hurmet hemû wan jinan bi bîr tînin ku ji ber tundiyê canê xwe ji dest daye û hevxemiya xwe ya kûr ji bo malbatên wan tînin zimên.
Teselî ji bo malbatên wan tenê bi bicihanîna edaletê, pêşîgirtina li ducarebûna van sûcan û avakirina hawîrdorek aştiyane ku her jinê di her rewşê de diparêze, dikare were bidestxistin.
Parastina mafên jinan stûneke sereke ya avakirina civakeke azad, dadperwer, pêşkeftî û aram e ji bo hemûyan.
Jiholêrakirina tundiya li dijî jinan pêwîstî bi îradeyeke bikom, yasayên bihêz û bicihanîna wan û hişyariyeke civakî heye ku rêzê li jinan bigire û piştgiriya beşdariya wê ya berfireh a di jiyana siyasî, îdarî û aborî de bike.
Paşeroja Kurdistanê, girêdayî bihêzkirina şiyana jinan û xurtkirina beşdariya wan a çalak a di hemû warên jiyanê de ye.
Em dê bi hemû hêz û pêdagiriyê pabendî rûbirûbûna tundiyê, bîra tundrewiyê, parastina maf û azadiyan û avakirina civakeke wiha bin ku tê de her jin parastî, azad û xwedî şiyan be ji bo pêkanîna xewn û armancên xwe.
Em dê ligel hemû dam dezgeh û aliyên fermî yên li Herêma Kurdistanê, civaka sivîl û kesayetên olî û civakî berdewam bin ji bo bihêzkirina parastina yasayî, berfirehkirina bernameyên bihêzkirina aborî û pêşxistina beşdariya jinan di pêgehên biryardanê de û misogerkirina avakirina jîngeheke kar û civakekê ku dûr be ji destdirêjî, tundî û cudakariyê.
Silav li hemû wan jinên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, her wiha ji bo çalakvan û xebatkarên di warê parastina jinan de û hemû kesên ku di hişyarkirina civakî û xurtkirina nirxên wekheviyê de beşdar in.
Her wiha em rola ciwanan, dezgehên ragihandinê, dibistan û zanîngehan di belavkirina çanda netundûtûjiyê û rêzgirtina li hember de bilind dinirxînin.
Werin em hemû bi hev re ji bo civakek bê tundî, bê tirs û bê cudakarî, xebata xwe bidomînin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin