
Nêçîrvan Barzanî: Mala Kurdan niha belawela ye
.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Serokwezîrê Îraqê piştrastî daye ku dê şandina meaşên karmendên Herêma Kurdistanê bidome û amaje bi wê yekê jî kir ku partiyên Kurdistanî bi hev re dikarin daxwazên Herêma Kurdistanê bi cih bînin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Dihokê beşdarî Foruma 6emîn a Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvîneke taybet de ji pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê Senger Ebdulrehmanê re ragihand ku wî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re qala pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriye.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku biryara şandina meaşên meha 9an hatiye dayîn û Sûdanî piştrastî daye ku dê şandina meaşan karmendên Herêma Kurdistanê bidome.
Nêçîrvan Barzanî derbarê avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî got:
"Dema wê hatiye ku em bi hev re rûnin û bi awayekî çalak ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavan bavêjin."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Nêçîrvan Barzanî re:
Rûdaw: Hûn îro bi Mihemed Şiya Sûdanî re civiyan, we qala gavên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê kir an hûn tenê li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî?
Nêçîrvan Barzanî: Her du jî. Qala pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hat kirin, bi taybetî mijara meaşan. Her wiha qala avakirina kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê hat kirin. Wekî hûn dizanin, şeva borî Şîeyan biryar da ku wekî blokekê tevbigerin. Wan biryara xwe daye. (Sûdanî) qala wan gavan kir ku wan niha bi hev re du komîte ava kirine, hem ji bo axaftina bi Kurdan re, hem jî ji bo diyarkirina pîvanên hilbijartina serokwezîrekî ji bo Îraqê.
Rûdaw: Gavên çalak ên ji bo avakirina hikûmeta Îraqê dê kengî dest pê bikin?
Nêçîrvan Barzanî: Tiştê ku min di hevdîtina bi hemûyan re hest pê kir, ew dixwazin ku hikûmeta Îraqê di demeke kurt de bê avakirin. Bi me jî ev nêrîneke rast e ku di demeke kurt de bê avakirin. Helbet, hinek dem hewce dike, kengî encam dê bên ragihandin, paşê kîjan alî dê îtirazê bike û pişt re Dadgeha Federal heye. Piştî ku ev gav bên avêtin, dê di demeke kurt de dest pê bike.
Rûdaw: Li ser meaşan ti piştrastî dan?
Nêçîrvan Barzanî: Piştrastî da, biryara meha 9an daye û piştrastî da ku dê ev yek bidome.
Rûdaw: Lê du meaş di metirsiyê de ne.
Nêçîrvan Barzanî: Ez hêvîdar im wisa nebe, çimkî bi dîtina min, ti hincet ji bo wê nînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbendiyên xwe bi cih anîne. Niha erka wan e ku vê pêbendiyê bi cih bînin û pirsgirêka meaşê karmendên Herêma Kurdistanê nekin pirsgirêk.
Rûdaw: Niha mala Şîeyan xwe bi rêk xistiye û bi şandeyekê bi aliyan re diaxivin. Dê çi bi serê mala Kurdan bê?
Nêçîrvan Barzanî: Bi Xwedê, mala Kurdan niha belawela ye. Min îro di axaftina xwe de jî got, min berê jî gotiye, divê em tiştekî, kaxezeke hevbeş bibînin û li ser bixebitin da ku Kurd li Bexdayê bi hev re beşdar bibin, ne bi awayekî cuda. Çimkî ya girîng ew e ku em bi hev re bin, em dikarin daxwazên Herêma Kurdistanê bi cih bînin. Dibe ku li vir carinan pirsgirêkên me hebin lê divê li Bexdayê ew pirsgirêk nebin. Pêwîst e em wekî blokekê, ez nabêjim divê em bibin blokek lê divê çarçoveyeke me ya xebata hevbeş li Bexdayê hebe.
Rûdaw: Kek Nêçîrvan, we her tim ji bo van tiştan destpêşxerî kiriye û her tim xêr jê derketiye, niyeta we nîne ku hûn ji bo vê jî destpêşxeriyê bikin?
Nêçîrvan Barzanî: Min îro di axaftina xwe de amaje pê kir, her wiha Cenabê Serok Barzanî jî heta radeyekê amaje pê da, em dê bibînin ka dê çawa bibe lê em dê bê guman li ser bixebitin. Em dê li ser wê yekê bixebitin ku divê em li Bexdayê bi hev re kar bikin.
Rûdaw: Herî kêm bi YNKyê re?
Nêçîrvan Barzanî: Bi hemû aliyan re, bi taybetî bi YNKyê re.
Rûdaw: Tê gotin ku piştî hilbijartinan dibe ku gavên avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê bileztir bibin.
Nêçîrvan Barzanî: Ez wisa dibînim ku ev yek dê deriyekî veke da ku em careke din li ser pirsgirêka avakirina hikûmetê dan û standinan bikin. Niha ya Îraqê xelas bû, dema wê hatiye ku em bi hev re rûnin û ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi awayekî çalak gavan bavêjin.
Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin