
Nêçîrvan Barzanî: Mafê Êzidiyan e ku li cihên wan aramî hebe
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku piştî 11 salan ji karesata komkujiya Êzidiyan, nêzîkî nîvê wan hîn jî di kampan de dijîn.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Zanîngeha Kurdistanê di Konferansa Navneteweyî ya Komkujiya Kurdên Êzidî de axivî.
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku mafê Êzidiyan gelekî li ser dewletê heye û pêwîst e Îraq li wan xwedî derkeve.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku erkê civaka navneteweyî ye ku ji bo Êzidiyan çi pêwîst be bike û got, pêwîst e beriya her tiştî baweriya wan were vegerandin.
"Mafê Êzidiyan e ku li cihên wan aramî hebe"
Serokê Herêma Kurdistanê got, "Îro mafê herî hêsan ê Êzidiyan ew e ku li cihên wan aramî û ewlehî hebe da ku karibin vegerin, xizmetguzarî ji wan re hebin da ku bikaribin dest bi jiyaneke nû bikin, ji ber vê yekê pêwîst e rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de were bicîkirin da ku rewşa wan deveran were asayîkirin."
Nêçîrvan Barzanî di beşeke axaftina xwe de diyar kir ku ev konferans gelekî girîng e û dê di belgekirina komkujiya Êzidiyan de roleke baş bilîze û bibe çavkaniyeke girîng.
Nêçîrvan Barzanî wiha anî ziman, "Ez di wê baweriyê de me ku ev konferans, dê êşan veguherîne zanînê û zehmetiyan jî veguherîne pend û dersan.
Her wiha dê bibe pirek ji bo zanînê, naskirina navneteweyî û lêpirsîna ji tawanbaran."
Axaftina Nêçîrvan Barzanî wiha ye:
Cenabê Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyan
Cenabê Babe Şêx
Amadebûyên hêja,
Roj baş...
Bi germî bi xêr hatina we dikim ji bo vê konferansa navneteweyî ya li ser komkujiya Êzidiyan.
Bi xêr hatineke taybet li mêvan û beşdarên biyanî dikim ku ji her aliyê cîhanê îro hatine û beşdarî vê konferansê bûne, hûn hemû bi xêr hatin.
Destxweşiyê li Zanîngeha Kurdistanê dikim ji bo sazkirina vê konferansa zanistî û akademîk ku cara yekem e bi vî astî û bi vê beşdariya berfireh li Hewlêrê tê lidarxistin.
Destpêkê em îro hemû qurbaniyên Êzidî û tevahiya qurbaniyên destê DAIŞê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em silav û dirûdan ji bo giyanê wan dişînin. Ew ti carî ji bîra me naçin û em dê her tim bi rêzdarî wan bi bîr bînin.
Sazkirina konferanseke zanistî-akademîk a derbarê komkujiya Êzidiyan de karekî gelekî pêwîst û girîng e, bi taybetî ku pispor û şarezayên ji navendên zanistî û akademîk ên cîhanê tê de bas û lêkolînên xwe pêşkêş dikin.
Ev yek roleke girîng û pêwîst di belgekirina komkujiyê û encamên wê de dilîze.
Lêkolînên zanistî û akademîk ên li ser komkujiya Êzidiyan ji aliyê dîrokî, siyasî, yasayî û derûnî ve, dê bibin çavkaniyeke girîng ji bo niha û paşeroja vê pirsê û ji bo lêkolîna li ser hemû aliyên komkujiyê.
Ez di wê baweriyê de me ku ev konferans dê êşan veguherîne zanînê û dê karesatan veguherîne perwerde û derswergirtinê.
Her wiha dê bibe pirek di navbera zanist, siyaset û mirovahiyê de, beşdarî û hevbeşiyê di berfirehbûna naskirina navneteweyî ya komkujiyê û lêpirsîna ji tawanbarên ku ev kar kirine, bike.
Birêzno:
DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an hewl da ku pêkhateyeke resen a Kurdistan û Îraqê û çanda pirrengî û pêkvejiyanê ji holê rake.
Bi hezaran mêr û xort kuştin, bi hezaran jin û keçên Êzidî revandin û her cure tawanên destdirêjî û kolekirinê li hemberî wan kirin, bi zorê ola zarokên wan guherandin û ji bo karên xwekujî û terorê perwerde kirin.
Bi sed hezaran kes aware û derbider kirin û perestgeh, sembolên olî û çanda Êzidiyan rastî proseya jiholêrakirin û tinekirina bi bername hatin.
Ji ber vê yekê ev tawan ne bûyereke demkî ya dîroka herêmê bû, belkî birîneke kûr a saxnebûyî ye, her wiha lekeyeke şermezariyê ye di dîroka mirovahiyê de.
Her rizgarbûyekî vê komkujiyê, her dê û bavekî Êzidî ku zarokên xwe ji dest dane, her zarokekî ku bê dê û bav û bê malbat û xizm maye, şahidekî zindî yê wê karesatê ye.
Herêma Kurdistanê her ji destpêka karesatê ve, wekî erka xwe ya niştimanî û mirovî, pêşwazî li bi sed hezaran Êzidî kir, bi sedên Pêşmergeyan bi fermandariya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, bi giyan û xwîna xwe, çi ji destê wan hat ji bo parastina Êzidiyan û rizgarkirina Şingalê kirin.
Me wekî pirseke Kurdistanî miamele li gel wê karesatê kir, ji ber ku Êzidî beşeke resen a pêkhateya Kurdistanê ne.
Rast e, her sal bi gelek awayan û li gelek cihan, ev karesata biêş tê bibîranîn, ev girîng e û pêwîst e berdewam be da ku nifşên paşerojê jî bizanibin wekî hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê, çi karesat bi serê Êzidiyan de hatiye. Lê bê guman ev ne bes e û têra Êzidiyan nake.
Cihê mixabiniyeke mezin e ku piştî yanzdeh salan ji wê karesatê, hîn jî nêzîkî nîvê civaka Êzidî, di nav kampan de jiyaneke dijwar derbas dikin.
Zarokên Êzidî hene ku îro yanzdeh salî ne û hemû temenê xwe di jîngeha dijwar a kampan de derbas kiriye.
Hîn jî hêviyeke rastîn ji bo guherîneke erênî di rewş û jiyana wan de nîne. Nikare bi hêvî li paşerojê binêre û çarenivîsa wan ne diyar e.
Îraq welatekî dewlemend e, civaka Êzidî wekî welatiyên Îraqê, gelek mafên wan li ser dewletê hene. Pêwîst e Îraq ji vê zêdetir xwedî li welatiyên xwe yên Êzidî derkeve.
Erkê me hemûyan e li Herêma Kurdistanê û Îraqê, her wiha erkê civaka navneteweyî ye ku çi pêwîst be û çi bê kirin, ji bo Êzidiyan bê kirin.
Beriya her tiştî pêwîst e bawerî û hêvî ji Êzidiyan re were dayîn da ku karibin li ser kavil û wêraniyên rabirdûya xwe ya tal, jiyaneke nû ji nû ve dest pê bikin.
Ev yek nabe heke dadperwerî ji bo Êzidiyan pêk neyê.
Pêkanîna dadperweriyê ji bo Êzidiyan, ne tenê bi cezakirina tawanbaran û encamderên komkujiyê dibe, belkî bi baldana û xebata cidî ji bo Êzidiyan dibe ku hemû warên jiyana wan li xwe bigire.
Bi dayîna piştrastiyê dibe ku careke din rastî karesateke wiha neyên.
Niha jî piştî yanzdeh salan ji komkujiya civaka Êzidî, hîn jî ev civak di şokeke kûr de ye. Şokeke dijwar a derûnî û civakî ku encamên wê dê heta demeke dirêj berdewam bin.
Erkê me hemûyan e ku em alîkariya wan bikin û ji bo dermankirin û derbaskirina êşên wan ên derûnî alîkariya wan bikin.
Tiştê ku hûn îro wekî lêkolîner dikin, dê bibe beşeke girîng a wê alîkarî û hevkariyê.
Birêzno,
Em li Herêma Kurdistanê wekî her carê ji bo her hevkariyekê û hemahengiyê li gel Hikûmeta Federal a Îraqê amade ne da ku hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî pêkhateya Êzidî bikin.
Parastina pirrengî, pêkvejiyan û qebûlkirina hev, erka sereke ya me hemûyan e li Kurdistan û Îraqê. Pirrengî û cihêrengiya civaka Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve, hêz û dewlemendî ye, ne pirsgirêk û metirsî ye, divê em her tim ji bo bihêzkirina wan bixebitin.
Îro mafê herî hêsan ê Êzidiyan ew e ku ew qasî aramî û ewlehî li cih û deverên wan hebe ku karibin vegerin.
Xizmetguzarî hebin, karibin vegerin war û cihên xwe û jiyaneke nû dest pê bikin.
Ji ber vê yekê, pêwîst e rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û derdora wê were cîbicîkirin.
Êdî Êzidî û deverên wan nebin meydana hêzên neyasayî û yekalîkirina ajandayên herêmî.
Ji bo vê yekê em li gel Bexdayê ji bo her hevkariyekê û hemahengiyê amade ne.
Em dê di hewl û karên xwe de berdewam bin heta rizgarkirina dawîn revandiyê Êzidî, her wiha ji bo parêzgehkirina Şingalê û ji bo ku komkujiya Êzidiyan bi awayekî berfirehtir li ser asta navneteweyî were naskirin.
Heta ku tawanbar bên cezakirin û dadperwerî ji bo Êzidiyan pêk were, hemû alîkarî û yarmetiyên madî û derûnî bi dest bixin ji bo vejandinê û ji bo derbaskirina şoka wan a derûnî.
Em spas û pêzanînên xwe ji bo hemû wan kesan ducare dikin ku li Herêma Kurdistanê, Îraqê, li herêmê û li cîhanê bi her awayî alîkariya civaka Êzidî kirine û berdewam in û alîkariya wan dikin.
Hêviya serkeftinê ji bo konferansa we dixwazim. Em hemû piştgiriyê didin kar, çalakî û konferansên bi vî rengî.
Hûn karekî girîng û pêwîst dikin û xizmeteke mezin pêşkêşî Êzidiyan dikin. Hêvîdar im hûn di vî erkî de serkeftî bin û berdewam jî bin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin