Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê peyamên girîng dan

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê peyamên girîng dan

.

A+A-

Nêçîrvan Barzanî da zanî ku çareseriya pirsgirêka Îsraîl û Filistînê avakirina du dewletan e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Dihokê beşdarî foruma ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkayê ya Kurdistanê vê tê lidarxistin bû.

Nêçîrvan Barzanî li vê derê axivî û da zanîn ku çareseriya pirsgirêkên Îsraîl û Filistînê avakirina du dewletên cuda ye û berdewam kir:

“Şerê Hemas û Îsraîlê ev rastî nîşanî me da ku ewlehiya cîhanê têgeheke rasteqîn e.

Berfirehbûna şer û tevlîbuna hêzên din dê rewşê dijwartir bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha bal kişand ser girîngiya aştiyê û anî zimên:

“Rêya rast aştî ye û wêrekiwa rasteqîn jî çareserkirina pirsgirêkan e.

Şer ji bilî mezinbûna ramanên tolhildan û wêrankirinê rê nade tiştekî din.”

Nêçîrvan Barzanî, da zanîn ku li herêmê rewş aloz e û ev alozî hem ji bo herêmê hem jî ji bo cîhanê metirsî ye û got:

“Aramî, ewlehî û aboriya cîhanê bi hev ve girêdayî ne. Bûyer li kû dera cîhanê bin jî li gorî asta xwe bandorê li hemû cîhanê dikin.”

“Divê em rê nedin ku Îraqê bi ti awayî bi nav vî şerî de bikişînin”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar ku dê berbelavbûna şerê Îsraîl û Hemasê bandorê li tevê herêmê bike û berdewam kir:

“Divê em di rewşeke wiha de li Îraqê ji hemû deman baldartir bin.

Bi çi awayî dibe bila bibe, divê em rê nedin ku Îraqê bi ti awayî bi nav vî şerî de bikişînin û rewş aloztir bibe çimkî dê ev ziyaneke mezin bigihîne Îraqê.

Ji bo ku Îraq bi pêş bikeve divê aramî hebe. Dem dema wê ye ku Îraq bibe qada çareserkirina pirsgirêkên gelên Îraqê, ne qada dirêjkirina şer û pevçûnan li herêmê.

“Pirsgirêk bi taloqkirin û piştguhkirinê nayên çareserkirin”

Şerê Îsraîlê rastiyek payitand: Pirsgirêk bi taloqkirin û piştguhkirinê nayên çareserkirin, berovajiyê vê mezintir dibin û dibe ku rojekê dibine der û biteqin.

Hêz, şer û tundî ti pirsgirêkan çareser nakin. Dibe ku pirsgirêkan demekê taloq bikin lê wan kûrtir dikin.

Rêya rast aştî ye û wêrekiya rasteqîn jî çareserkirina pirsgirêkan e.

Şer, ji bilî mezinbûna ramanên tolhildan û wêrankirinê rê nade tiştekî din.

Wê demê jî wekî ku niha li herêmê diqewime divê hemû kes baceke mezin bide. Eger rê li berê neyê girtin dê pirsgirêk mezintir û xerabtir bibe.

Ji bo aloziyên Îsraîl û Filistinê bi dawî bibin û pirsgirêk werin çareserkirin divê çareseriyeke dudewletî were dîtin.

Çareseriya dudewletî di qada navnetweyî de jî hatiye qebûlkirin û dê mafên her du

“Çareya aştiyê îrade û wêrekiya micid e”

Ev bi dehsalan e ku ku şer û pevçûn hene û xwîn dirije lê ne ji bo Îsraîlê ne jî ji bo Filistînê ti encameke wan çênebûye.

Çareya aştiyê îrade û wêrekiya micid e. Niha dema wê hatiye ku hemû cîhan ji bo rawestandina vî şerî hewl bide.

Niha dema wê hatiye ku hemû cîhan hewl bide da ku li Xezeyê dawî li kuştina xelkê sivîl were û dîlên sivîl werin berdan.

Divê piştî vê jî pirsgirêka Îrsaîl û Filistînê li ser bingeha dudewletî bi awayekî mayînde were çareserkirin.

Heke na dubarekirin dîrokê dê heman encamê bide û dema ku em rojekê rabin em dê ji nişka ve aloziyeke gurtir bibînin li ber çavên xwe.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn, “Eger destûr û sistema federal bihatana bicihkirin dibû ku di 20 salên çûyî de serpahatiya azadiyê ya Îraqê gelekî baştir bûna.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku pabendnebûna bi destûrê û sîstema federal bûye haveynê pirsgirêkên heyî.

“Sîstema federal hîmê destûra Îraqê ye”

Barzanî daxuyand ku divê hemû aliyên li Îraqê ji bo bicihkirina destûrê hewl bidin û pê de çû:

“Sîstema federal hîmê destûra Îraqê ye. Federalî dikare ji navbera hemû herêm û pekhateyên Îraqê de wekhewî û şirîkatiyeke kamil ava bike.

Xelkê Îraqê dikare bi rêya vê şirîkatiyê ji aliyê aborî ve bi pêş bikeve û ji aliyê civakî ve jî hevdû bigire.

Nexşeya çareseriya pirsgirêkên li Îraqê her ev e. Ji bo ku Îraq karibe li cîhanê bibe xwediyê cihekî girîng divê mafên hemû pêkhateyan bên parastin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku çareseriya pirsgirêkên Îraqê mimkin e û ji bo vê “Pêwîst e şêweyê fikirînê biguhere.”

“Niha parastina aramiya Îraqê ji hemû deman girîngtir e”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser metirsiyên li herêmê û got:

“Di dema van aloziyên li herêmê de divê em li Îraqê gelekî bi zanayî û hişyarî tevbigerin. Ji bo Îraq karibe rûbirûyî pirsgirêkan bibe divê berê pirsgirêkên xwe çareser bike.

Niha parastina aramiya Îraqê ji hemû deman girîngtir e. Îraq vêga jî ji ber encamên şerê DAIŞê dinale. Li Îraqê hîn jî pirsgirêka aborî û xizmetguzariyê heye.

“Kilîla aramiya Îraqê çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ye”

Her pêgava ku aramiya Îraqê têk bide jiyana xelkê dixe metirsiyê. Li gorî me, kilîla aramiya Îraqê çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê ye.”

Nêçîrvan Barzanî bi bîr xist ku Destûra Îraqê ji bo çareseriya pirsgirêkan nexşerêyek daniye û “Pêwîstî bi îradeyê heye.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha dubare kir ku “Herêma Kurdistanê ji bo pirsgirêk li gorî destûra bingehîn werin çareserkirin amade ye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn ku diyaloga Hewlêr û Bexdayê ne di wê astê de ye ku tê xwestin lê dîsa jî berdewamiya dîyalogê girîng e û got:

“Em ji bo çareseriya pirsgirêkan dev ji hewlên xwe bernadin û em dê berdewam bikin.”

Barzanî amaje pê kir ku ew piştgiriyê didin hewlên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî yên ji bo çareseriyê.

Nêçîrvan Barzanî herwiha da zanîn ku divê pirsgirkên mûçe û budceyê jî demildest werin çareserkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê detsnîşan kir ku divê Petrola Kurdistanê jî di dema herî nêzik de were hinartin û rawestandina veguhastina petrolê xisareke mezin dide tevê aboriya Îraqê.

“Çavê Kurdistaniyan li yekîtiya siyasî ye”

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser pirsgirêkên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û got:

“Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê tenê dikarin bi rêya yekdengiyê jiyana xelkê baştir bikin û berjewendiyên Herêma Kurdistanê biparêzin.

Çavê Kurdistaniyan ji her wextî zêdetir li yekîtiya siyasî ye û tekane rêya parastina destkeftiyên gel ev e.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya axaftina xwe bal kişand ser metirsiyên guherîna avhewayê û got:

“Ji bo em bandorên xerab ên guherîna avhewayê kêm bikin kar û xebatên gelekî micid pêwîst in.

Divê em bi awayekî gelekî cidî nêzîkî vê mijarê bibin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin