Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

.

A+A-

 Nêçîrvan Barzanî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û ragihand ku ew êriş gefeke rasterast a li ser asayîş û aramiya welêt e.

Wezareta Karebayê ragihandibû ku ji sedî 80yê karebaya Herêma Kurdistanê qut bûye.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li navçeya Çemçemalê ya Silêmanitê hat kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişê daxuyaniyek belav kir û got:

"Ez wê êrişa terorîstî ya ku şeva borî li ser Qada Kormorê hat kirin bi tundî şermezar dikim.

Ev êriş li dijî binesaziya aborî û xizmetguzariyên giştî yên Îraq û Herêma Kurdistanê ye û gefeke rasterast e li ser asayîş û aramiya welêt."

Barzanî bangî Hikûmeta Îraqê kir û wiha pê de çû:

"Erk û berpirsyariya Hikûmeta Federal a Îraqê û saziyên ewlehiyê yên pêywendîdar e û pêwîst e di demeke herî nêzîk de hewleke cidî bidin û rêkarên pêwîst û bibandor bigirin ber ji bo lêpirsîn û cezadana encamderên vê tawanê û rêlibergirtina ducarebûna wê."

Kareba qut bû

Li aliyê din, Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişê eşkere kir.

Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserê Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”

"Herikîna gazê rawestiya"

Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.

Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.

Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin