Nêçîrvan Barzanî ji bo Pêşmerge ferman da

Nêçîrvan Barzanî ji bo Pêşmerge ferman da

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna li gel fermandarên Pêşmerge de ferman da ku hemû pêdawîstiyên Hêzên Pêşmerge bên dabînkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di civîna li gel fermandarên hêzên Pêşmerge de ferman da bi hemahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar bi awayekî bilez pêdawîstiyên Pêşmerge di her warî de bên dabînkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li gel fermandarên hêzên Pêşmerge civiya. Di civînê de cîgirên serok Cefer Şêx Mistefa û Mistefa Seyîd Qadir, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Fermandarên yekîneyên 70 û 80ê û fermandarên din ên pilebilind û berpirsên mîhweran amade bûn.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekezî li ser wê yekê kir ji bo rûbirûbûna “terorîstên DAIŞê” û têkbirina wan, divê alîkarî û hevahengiya serbaziya ya qayîm di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de hebe û valahiya emnî ya di navbera wan de bê tijîkirin, ji bo ku bi hev re “rûbirûyî DAIŞ dijmina me ye hevbeş bibin ku metirsiyê li ser aramîya tevahiya welat çê dike.”

Di destpêka civînê de ew Pêşmergeyên şehîd hatin bibîranîn û li gor daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî serxsaxî ji malbat û kesûkarên şehîdan re xwest û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran xwest.

Her li gor daxuyaniyê di civînê de rewşa serbazî û bergiriya Herêma Kurdistanê hat nirxandin û fermandarên mîhweran di derbarê dawîn pêşhatan de zanyarî pêşkêş kirin. Herwiha Wezîrê Pêşmerge jî behsa plan û wirdekariyên pêngavên wezaretê bo çawaniya berengarbûna “terorîstan” û pêdawîstiyên serbazî kir.

Yek ji sedemên serekî yên zêdebûna êrişên DAIŞê ew valahiya emnî ye ku di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê heye. Wezîrê Pêşmerge di daxuyaniyekê de bo Rûdawê dibêje “Çekdarên DAIŞê li wan navçeyan rahênanê dikin û zindanên wan jî hene.”

Serokê Herêma Kurdistanê spasî, pêzanîn û destxweşî pêşkêşî Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê kir ku bi xwîn û canê xwe berevaniyê li Herêma Kurdistanê û destkeftên wê dikin û rûbirûyî dijminê hov dibin. Tekezî li ser wê yek jî kir ku bi xweragirî û berengarbûna Pêşmerge dijmin dê jinav biçe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî xelkê Kurdistanê piştrast dike ku Pêşmerge bi hemû şiyana xwe bervaniyê lê dike. Serokatî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê jî hemû alîkarî û piştgiriyeke pêwîst bo serkeftina Pêşmerge dabîn dikin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin