Nêçîrvan Barzanî ji bo hezar û 659 kesan efû derxist

Nêçîrvan Barzanî ji bo hezar û 659 kesan efû derxist

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hezar û 659 kesên ku biryara girtina wan heye, ku piraniya wan berê girêdayî hêzên herêmî bûn, efû derxist.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji Rûdawê re ragihand ku wan kesan “tu sûc nekirine û ji bo civakê ne metirsî ne.”

Dilşad Şehab dibêje "Ji bo hejmara zêde ya kesên ku ji dadgehê reviyane, ango li Herêma Kurdistanê hejmarek heye ku tê de zêdetirî 3 hezar kes li dadgehê tên xwestin, lê ew neçûne pêşberî dadgehê, polîsan ew negirtine an jî rêkarên yasayî li gel wan nehatiye kirin, ev jî nîşan dide ku hejmarek tometbar hene, niha li derveyî welat in, lê nayên girtin."

Beşek ji wan kesên ku ji hêzên navxweyî derketine niha karên din dikin lê belê ji ber ku bêyî îstifa xwe îstifa kirine biryara girtinê heye û li gorî qanûnê cezayê nexwestiyê li wan tê birîn.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê got ku Ji sala 2000î û vir ve dibe ku di nava kesên ku efûya wan di nav de heye, mirovên ku ceza li wan hatiye birîn hebin, Ji ber çi sedemê be îstifa kir, lê ji bo ku îstifa wî bê qebûlkirin û prosedur temam bibin, prosedurên temam nekirine.di nav wan kesên ku lêborîna hanê heye, dibe ku kesên ji sala 2000ê ve cezayê xwe derbas kirine, ji ber çi sedemê be dest ji kar berdaye, lê prosesa qebûlkirina îstifaya xwe temam nekiriye.

Dilşad Şehab naveroka biryara Serokoatiya Herêma Kurdistanê zelal kir û got eger kesekî tawanekî din kiribibe, milkê dewletê li ser be ew nakeve ber biryarê.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê got “Ev kes ne sûcdar in ku li dijî mafên giştî yan taybet sûc kirine. Binpêkirina îdarî kirine, wekî din tu metirsiyê li ser civakê nakin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin