
Nêçîrvan Barzanî: Erkê Îraqê ye ku li Êzidiyan xwedî derkeve
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Erkê Îraqê ye ku baştir li Êzidiyan xwedî derkeve.”
Li Hewlêrê îro Rexîstina Yezdayê û Rêxistina German Cooperationê ya Almanyayê ji bibîranîna 11emîn a komkujiya Kurdên Êzidî çalakiyet li dar xist.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab bi şandeyekê bi Nûnerîtiya Nêçîrvan Barzanî beşdarî çalakiyê bû û gotara li ser navê wî xwend.
Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji bo nasandina jenosîda li hemberî Kurdên Êzidî hatiye kirin kar û hewlên xwe li nav qada navneteweyî didomîne.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku heta ku yek revandiyên Êzidî mabê, karê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidiyan yê ji bo rizgarkirin û eşkerekirina çarenivîsa wan dê bidome.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha tekez kir ku erkê hikûmeta Îraqê ye ku li Kurdên Êzidî xwedî derkeve û bi awayekî cidî li wan binêre.
“Herêma Kurdistanê bi xemeke kûr vê bîranînê zindî dike”
Ev naveroka gotarê ye:
“Hûn hemû bi xêr hatin vê merasîmê.
Çend rojên li pêşiya me ne ku em dê salvegera 11emîn a biêş û jan a jenosîda Êzidiyan bi bîr bînin.
Her sal Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve, wekî gelek bîranînên din ên tal, bi xemeke kûr vê bîranînê zindî dike û bi rêz û wefadarî hemû qurbaniyên wê tawanakariya sedsalê bi bîr tîne.
Komkujiyeke kêmwêne ya dîrokê ku rêxistina terorîst a DAIŞê, li Şingalê û deverên Êzidiyan, li hemberî xelkê me yê sivîl û bêguneh ê Êzidî, pêk anî.
Em destxweşiyê li vê çalakiyê dikin ku Rêxistina Yezdayê bi alîkariya Rêxistina German Cooperationê, ji bo bibîranîna vê salvegerê, rêk xistiye.
Her wiha cihê destxweşiyê ye ku keç û xortên Êzidî yên revandî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne, roleke serekî ji bo amadekirin û lidarxistina vê çalakiyê lîstine. Ev nîşana hêz, rijdî û îradeya wan a xurt a ji bo rabûn û berdewamiyê ye.
Pîrozbahiyê li wan jî dikim ên ku bi awayekî serkeftî, bernameya perwerdeyê ya`mafên xwe bizane` bi dawî anîne.
Her wiha hemû piştgiriyê didim maf, raman, têbînî, pêşniyar û daxwazên rizgarbûyan ên derbarê yasaya rizgarbûyên Êzidî li Îraqê.
“Erkê me ye ku em li vir bin”
Erkê me ye ku em îro li vir bin. Em li vir in da ku amadebûn û pabendiya xwe ya ji bo pêşkêşkirina hemû piştgiriyê ji bo xelkê xwe yên Êzidî dubare bikin.
Da ku ji wan re bibêjin, hûn ne bi tenê ne. Wekî her carê em li gel we ne û dê her tim li gel we bin.
“Em bi hêvî li paşerojê dinêrin”
Tevî hemû êş û janên borî, em bi hêvî li paşerojê dinêrin.
Destê me di destê hev de, em dê bi hev re bin û dê bi hev re kar bikin ji bo dermankirina birînên we ku em dizanin gelekî kûr in û wisa bi hêsanî nayên dermankirin!
Gelê Kurdistanê di dîroka xwe de gelek karesat û jenosîd dîtine lê her tim ji berê bihêztir rabûye ser xwe.
Em qurbanî û êş û janê ji bîr nakin lê em piştrast in ku em dê bi hev re vê yekê jî derbas bikin.
“11 sal in jiyaneke dijwar derbas dikin”
Amadebûyên hêja...
Cihê mixabinî û dilgiraniyeke mezin e ku 11 sal piştî jenosîda Êzidiyan, hîn jî nêzîkî nîvê vê pêkhateya resen û sereke ya civaka me koçber e û li kampan dijî, jiyaneke dijwar derbas dike.
Di rewşeke giran a aborî, civakî û derûnî de dijîn. Deverên wan nehatine avakirin û ew qasî aramî û tenahî tê de nîne ku wan piştrast bike da ku vegerin cihên xwe.
Ji hemiyan jî girantir, pêkneanîna dadperweriyê ye ji bo civaka Êzidî.
Sala 2014an û piştî wê jî dema ku DAIŞî çend kîlometreyan ji me dûr bû, budceya me li Bexdayê hatibû birîn, Herêma Kurdistanê di rewşeke giran û dijwar a aborî û ewlehiyê de, bi sîngeke fireh, deriyên xwe ji bo hemû pêkhateyên Îraqê vekirin ku ji destê terorê û tundiyê direviyan û dihatin Kurdistanê.
Wan rojan, xelkê Behdînan bi taybetî û yê Kurdistanê bi giştî, gelek camêrî kir û hembêz û mal û mizgeft û dêrên xwe ji bo qurbaniyan vekirin ku cihê şanazî û pêzanîneke mezin e û ti carî nayê jibîrkirin.
“Herêma Kurdistanê ti caran xemsarî nekiriye”
Ji hingî ve heta niha, çi jê hatiye, Herêma Kurdistanê ji bo xizmeta koçberan, bi taybetî jî Êzidiyan xemsarî nekiriye lê bi rastî ev têrê nake!
Em gelekî ji nêzîk ve agahdar in û wijdanê me diêşe dema ku em dibînin zarokekî Êzidî yê ku li kampê ji dayîk bûye, niha temenê wî 11 sal e û neçar e barê jîngeh û jiyaneke giran hildigire.
Jiyana kampê, berdewamiya malwêraniyê ye ku 11 sal in dest pê kiriye.
Qet ne rast e ku hevwelatiyekî Îraqê, vî welatê dewlemend, tevî hemû şiyan û hebûna xwe, 11 salan jiyana malwêranî derbas bike. Alîkariya mirovane, qet ne bes e û têra Êzidiyan nake, ev pirs gelekî ji vê mezintir e.
“Erkê Hikûmeta Îraqê ye”
Erkê Hikûmeta Îraqê ye ku li hevwelatiyên xwe yên Êzidî xwedî derkeve û bi awayekî cidî li wan binêre.
Ev di pileya yekem de berpirsyariya hikûmeta Îraqê ye ku êdî rê nede ku Şingal û deverên din ên Êzidiyan bibin meydana vekirî ya komên çekdar û milîsan.
“Divê aramî li Şingalê bê vegerandin”
Divê aramî, tenahî û xizmetguzarî li Şingalê û deverên din ên wan bên vegerandin da ku Êzidiyan piştrast bike ku dikarin vegerin û cihên xwe ava bikin.
Li vir, em dîsa daxwaza xwe dubare dikin ji bo bicihkirina peymana Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa Federal a ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, her wiha avakirina parêzgeha Şingalê.
“Nabe ku Şingal bibe meydana nakokiyên komên çekdar”
Nabe ku Şingal heta hetayê bibe meydana nakokiyên komên çekdar û yekalîkirina ajandayên herêmî.
Berdewamiya vê rewşê li Şingalê û derdora wê, zilmeke mezin e ku li Êzidiyan tê kirin, di demekê de ku divê alîkariya wan bê kirin da ku karibin rabin ser xwe û ji nû ve dest bi jiyanê bikin.
“Erkê civaka navneteweyî ye bi hawara Êzidiyan ve were”
Her wiha erkê civaka navneteweyî ye ku zêdetir bi hawara Êzidiyan ve were, alîkariya wan bike ji bo avadankirina deverên wan ên wêrankirî.
Divê piştgirê wan be ji bo pêkanîna dadperweriyê û sizadana tawankaran. Em spasiya hemû wan welatan dikin ên ku komkujiya Êzidiyan wekî jenosîd nasandine.
“Em dê hewl bidin jenosîda Êzidiyan zêdetir bê nasîn”
Em dê li ser asta navneteweyî kar û hewlên xwe bidomînin ku jenosîda Êzidiyan zêdetir bê naskirin.
Parastina pêkhateyeke resen a vê deverê, erkê me ye li Herêma Kurdistanê û Îraqê, her wiha erkê hemû mirovahiyê ye. Divê hemû alî erkê xwe li hemberî Êzidiyan pêk bînin.
Em hemû xwîşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku her demekê û li her cihekî pêwîst be, em dê wan biparêzin.
Her wiha, divê ez dubare bikim ku ofîsa me ya Rizgarkirina Revandiyên Êzidî dê karê xwe bidomîne û heta ku Êzidiyekî revandî mabe, çi pêwîst be dê were kirin ji bo rizgarkirin an eşkerekirina çarenivîsa wan.
Em gelekî baş dizanin ku ji bo gelek malbatên Êzidî yên ku tiştekî derbarê zarok û mirovên xwe yên winda nizanin, 11 sal in ji bo wan tiştek neguheriye û di heman wêraniyê de dijîn.
Dilê me li gel wan e û em ji wan re dibêjin, em bêhna xwe nadin heta ku em tiştekî misoger derbarê hezkiriyên we nizanibin.
Silav li bîranîn û giyanê qurbaniyên Êzidî û li îradeya bihêz û xweragiriya Êzidiyan.
Silav li bîranîn û giyanê hemû wan Pêşmergeyên qehreman ên ku bi fermandariya cenabê Serok Mesûd Barzanî, ji bo rizgarkirina Şingalê û parastina hemû pêkhateyên Kurdistan û Îraqê, canê xwe da.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin