
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa bi dronan a îro şermezar kir û got, “Ev êriş bi temamî nayên qebûlkirin û pêşhateke metirsîdar in.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser êrişa bi dronan a ku ofîsa Serokwezîr Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê kir armanc, peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî zimên:
“Em wan êrişan bi tundî şermezar dikin ku berê vê sibehê ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesrûr Barzanî û cihê mayînê yê Serokê Ajansa Parastinê kirine armanc.
Ev êriş bi temamî nayên qebûlkirin û pêşhateke metirsîdar in.”
Banga li hikûmeta Îraqê
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de bangî hikûmeta Îraqê kir û wiha pê de çû:
“Em bangî hikûmeta federal dikin ku berpirsyarî û pêbendiya xwe ya destûrî ya di parastina ewlehî û aramiya welêt de bi cih bîne da ku ev destdirêjî ducare nebin.
Parastina serwerî, ewlehî û aramiya Îraqê ku Herêma Kurdistanê jî li nav e, berpirsyariyeke hevbeş e.
Divê her kes ji bo aramkirin û nehiştina aloziyan kar bike.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin