Nêçîrvan Barzanî: Eger edalet hebûya Helebce bes bû

Nêçîrvan Barzanî: Eger edalet hebûya Helebce bes bû

.

A+A-

Nêçîrvan Barzanî got, “Eger edalet hebûya, Komkujiya Helebceyê têra naskirina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikir.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 36an a Komkujiya Helebceyê peyamek belav kir.

“Em bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê ditewînin”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha got:

“Di 36 saliya karesat û tawana hovane ya kîmyabarana Helebceyê de, em bejna xwe li ber giyanê pak ê zêdetir ji 5 hezar şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.

Em wan bi qedir û rûmet bi bîr tînin, silavên xwe ji malbat û kesûkarên wan û hemû qurbaniyan re dişînin ku em heta niha jî ji ber şûn, bermayî û êş û janên wê tawanê dinalin.

Kîmyabarana Helebceyê xelekeke ji zincîreya tawan, komkujî, enfal û bisaxî binaxkirinê ye ku bi awayekî gelekî hovane li dijî gelê mezlûm yê aştîxwaz, jiyandost û mirovperwer ê Kurdistanê hatiye kirin.

Tenê tawana wan ew bû ku wan li welatê xwe daxwaza maf, jiyan, azadî û rûmeta welatê xwe kiribû.

“Eger edalet hebûya...”

Eger edalet hebûya, Komkujiya Helebceyê têra naskirina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê dikir.

Bi vê minasebetê em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku divê Helebce, xelkê wê û hemû qurbaniyên komkujî, enfal û tawanên rejîma berê yên li Herêma Kurdistanê di hemû waran da werin qerebûkirin (tezmînat) û di hemû waran de jî bi awayê herî baş xizmet jê re bê kirin.

“Divê Îraq berpirsiyariyên xwe bi cih bîne”

Ji bo vê yekê jî divê hikûmeta Îraqê hemû erk û berpirsiyariyên xwe û herwiha edaletê ji bo qurbaniyan bi cih bîne.

Divê li seranserê cîhanê jî xebat bên kirin da ku careke din tawan û komkujiyên bi vî rengî li tu devera din ducare nebin.

Destkeft û statuya siyasî, destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê berhema xwîna şehîdan û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hemû pêkhateyên di nav de ye.

Niha jî erkê me hemûyan e ku em bi bi yekrêzî û yekdengiyê wê biparêzîn û canê şehîdan û dilê malbat û kesûkarên wan şad bikin da ku em bi hev re ber bi paşerojeke baştir, aram û parastî gavan biavêjin.”

Komkujiya Helebceyê

Di ser Komkujiya Helebceyê re 36 sal derbas bûn.

16ê Adara 1988an bi fermana serokkomarê berê yê Îraqê Sedam Husên ji asman bombeyên kîmyewî bi ser Helebceyê de hatin berdan.

Di vê komkujiya giran de herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest da, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.

Îro salvegera 36an Komkujiya Helebceyê ye ku di dîroka Kurdan de bûye rojeke reşgirêdanê.

Şopên Komkujiya Helebceyê hîn jî wekî roja yekem di dilan de nû ne.

Komkujiya Helebceyê piştî Hîroşîma û Nagasakiyê wekî êrişa kîmyewî ya herî mezin tê pênasekirin.

Herî kêm 5 hezar kes şehîd ketin

16ê Adara 1988an bi fermana dîktatorê Îraqê Sedam Husên, zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, bi çekên kîmyewî hatin şehîdkirin.

Di kîmyabarana Helebceyê de bi firokeyên şer hatin bikaranîn.

Ev êrişa ku bi navê “Komkujiya Helebceyê” ket dîrokê.

Ev êriş qonaxa herî biêş û dawî ya Komkujiya Enfalê bû ku Rejîma Beasê ya bi serokatiya Sedam Husên di navbera salên 1986-1989an de bi awayekî sîstematîk li Başûrê Kurdistanê pêk anî.

Komkujiyan Enfalê 12ê Adara 1986an dest pê kir û 7ê Hezîrana 1989an bi dawî bû.

182 hezar Kurd hatin qetilkirin

Di vê silsîleya komkujiyan de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4500 gund û 30 bajarok hatin kavilkirin, mizgeft, dêr û îbadetxane hatin wêrankirin.

Ji bo ku çekên kîmyewî bandoreke zêde bihêlin, hêza asmanî ya Îraqê destpêkê bi çekên konvansiyonel bombebaran kir û camên malan şikandin û piştre jî bombeyên kîmyewî avêtin.

Sibeha 16ê Adara 1988an 8 firokeyên MiG-23 yên hêza asmanî ya Îraqê 5 demjimêran bombeyên gazê yên jehrî bi ser Helebceyê de barandin ku nifûsa 40 hezar bû.

Gaza bi "bêhna sêvan" bajar dorpêç kir

Dema êrişa duyem dest pê kir, bêhneke xurt belav bû.

Kesên ku bûne şahidê wan kêliyan dibêjin ku gaza bi “bêhna sêvan” di bombeyên ku bi ser bajêr de ketine, di nava çend deqeyan de li nav bajêr belav bû.

Şêniyên Helebceyê yên ku bêhna gazên weke xerdel, sarîn û VX yên di bombebaranê de hatine bikaranîn çû wan, yek bi yek ketin erdê.

Di komkujiyê de zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd ketin.

Zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.

Hin çavkanî diyar dikin ku 6 hezar û 357 kes jehrî bûne û 14 hezar û 765 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), ev êrişa kîmyewî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetirî 61 hezar kesan.

Tîma Pizîşkên Sînornenas ku di destpêkê de gihîştin cihê bûyerê, bikaranîna gaza xerdelê piştrast kir.

Vê tîma bijîşkên Belçîkayî û Holendayî ragihand ku dibe ku di nav jehrên ku hatine bikaranîn de siyanur hebe.

Hin birîndarên komkujiyê bi nexweşiyên domdar re rû bi rû mane.

"Soz nehatin bicihanîn"

Sedam Husênê ku sala 2003yan ji desthilatdariyê hat xistin, di çarçoveya Komkujiya Enfalê de, ji ber kuştina 180 hezar kesî hat darizandin.

Sedam sala 2006an de bi cezaya îdamê ya ji ber Komkujiya Duceylê hat darvekirin.

Piştî mirina wî, di dadgeha ku bi sûcê komkujiya li dijî Kurdan dihat darizandin de, tawanbar hat dîtin.

Pismamê Sedam Husên, Elî Hesen El Mecîdê bi nasnavê "Elî Kîmyewî" sala 2010an ji ber fermana êrişên bi gaza jehrî ku di nav de Komkujiya Helebceyê jî heye, hat bidarvekirin.

Dadgeha Cezayên Giran a Îraqê 1ê Adara 2010an Komkujiya Helebceyê wekî jenosîd nas kir.

Tevî ku ev biryar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin jî Hikûmeta Îraqê piştgiriya pêwîst neda malbatên Helebceyê û soz nehatin bicihanîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê Adara 2014an biryar da ku Helebceya ku li ser Silêmaniyê ye, bibe parêzgeh.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin