Nêçîrvan Barzanî du tabloyên li ser pêkvejiyana li Kurdistanê pêşkêşî Papa kirin

Nêçîrvan Barzanî du tabloyên li ser pêkvejiyana li Kurdistanê pêşkêşî Papa kirin

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê li Vatîkanê tabloyek û xalîçeyeke ku bi destan hatiye çêkirin pêşkêşî Papayê Vatîkanê Papa Francis kir ku pêkvejiyana dînan a li Herêma Kurdistanê nîşan dide.

Tabloya ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daye Papa Francis piçûk e û 50 bo 70 cm ye û di nava hefteyekê de ji aliyê hunermendê Duhokî Xeyrî Adem ve hatiye amadekirin.

Xeyrî Adem li ser wateya tabloya xwe ji Rûdawê re got, “Di paş wêneyê de mizgeft, dêr û perestgeha Êzidiyan heye ku tê wateya pêkvejiyana olan li Herêma Kurdistanê.”

Weke ku di tabloyê de jî tê dîtin çend kesan destên hev girtine û govendê digerînin, kesa di serpêşiyê de ye jin e û desmaleke spî di destan de ye, Xeyrî Adem li ser vê yekê anî ziman, “Di serpêşiyê de jinek heye ku sembola pêşkeftin û pêşengiya jinê ya li Kurdistanê ye û desmala di destan de jî spî ye ku tê wê maneyê ku em alîgirê aştiyê ne li Kurdistanê.”

Dîmeneke din a balkêş di tabloyê de ew e ku kesên şahiyê dikin wek Xeyrî Adem dibêje, “Ew ji netew û olên cuda ne lê li Kurdistanê tevî van cudahiyan hev qebûlkirin û çandeke hevpar heye, ji ber wê hemû bi awayekî şahiyê dikin û yek rêz in.”

Xeyrî Adem di sala 1981an ji dayik bûye û xelkê Duhokê ye. Li Peymangeha Hunerên Bedew a Duhokê û Beşa Hunerên Bedew li Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê xwendiye. Her wiha California ya Amerîkayê master di beşa nîgarsaziyê de bi dest xistiye.

Di piraniya tabloyên Xeyrî de sembolên nîştimanî tê de hene û dibêje, “Girîng e ku xelk ji tabloyên min bizanibin ku ez Kurd im.”

Li ser vexwandina fermî ya Serokwezîra Îtalya Giorgio Miloni, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 13ê Nîsana 2023an li Romayê ye. Nêçîrvan Barzanî çû Vatîkanê jî û bi Papa Francis re civiya û tablo pêşkêşî wî kir.

341074766-587585209989602-440453676579420224-n-001.jpg

Xalîçe jî karekî hunerî ye û ji aliyê çalakvana aştî û jiyana hevbeş a cîhanî Şanaz Cemal ve hatiye çêkirin ku ji Silêmaniyê ye.

Şanaz Cemal ji Rûdawê re got, “Min hefteyekê ev xalîçe li ser cacimiyek Kurd yê Hewramanê yê 80 salî, bi têlên zêr, kevir û yaqût çêkir.”

Armanca xebatê ew e, em çanda xwe nîşanî hemû cîhanê bidin ku em bibêjin çanda me çanda pêkvejiyana hemû ol û neteweyan e bê cudahî.

whatsapp-image-2023-04-13-at-1-48-13-pm.jpeg

 

RÛDAW

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin