Nêçîrvan Barzanî: Divê Enfal û tawanên berê bibin wane

Nêçîrvan Barzanî: Divê Enfal û tawanên berê bibin wane

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera 37emîn a Enfala Behdînanê de xwest ku Bexda qurbaniyan qerebû bike û got, "Enfal û hemû tawanên ku berê hatine kirin, divê bibin wane û pend jê bên wergirtin."

Îro 37 sal di ser Enfala Behdînanê re derbas dibin.

Enfala Behdînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û 6ê Îlona heman salê bi dawî bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta salvegera Enfala Behdînanê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamê got, "Em bi rêzdarî hemû şehîdên Behdînanê û bi giştî yên Kurdistanê bi bîr tînin."

"Ev yek stemlêbûna gelekî nîşan dide"

Serokê Herêma Kurdistanê amaje pê kir ku îro hejmarek cenazeyêm şehîdên wê tawanê dê li devera Berê Gareyê, piştî rêkarên yasayî û bijîşkî di rêûresmekê de bi axê bên spartin û got, "Ev yek stemlêbûna gelekî nîşan dide."

Nêçîrvan Barzanî behsa dîroka tawanê kir û got, "Enfala Behdînanê tawaneke din a zincîra tawanên desthilatdarên wê demê yên Îraqê bû ku li dijî gelê Kurdistanê hat kirin.

Ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988an di qonaxa dawî ya Enfalê de, xelkê sivîl, ax, hewa, jîngeh û xwezaya Behdînanê li xwe girt."

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got, "Em daxwaza xwe ya ji Hikûmeta Federal a Îraqê ducare dikin ku qurbaniyên Enfala Behdînanê û hemû qurbaniyên tawanên rejîma berê ya Îraqê qerebû bike."

Nêçîrvan Barzanî her wiha tekez kir, "Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê Enfal wekî komkujî, tawana cengê û tawana li dijî mirovahiyê nas kiriye.

Ji ber vê yekê mafê qurbaniyan e ku bi her awayî bên qerebûkirin."

"Divê Enfal û hemû tawanên berê bibin wane"

Nêçîrvan Barzanî got, "Rabirduya tal a Îraqê, ji xeynî malwêraniyê tiştekî din ji Îraq û Îraqiyan re nehişt.

Enfal û hemû tawanên ku berê li hemberî gelê Kurdistanê hatine kirin, divê bibin wane û pend jê bên wergirtin û bibin sedema misogerkirina mafên gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe ve."

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de ji bo avakirina paşerojeke baştir daxwaza hevkariya aliyan kir û wiha pê de çû:

"Em tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan, hevjiyana aştiyane, parastina aramî û seqamgîriya welêt û hevkariya hemû aliyên siyasî û pêkhateyên li Îraq û Herêma Kurdistanê dikin da ku em bi hev re îro û paşerojeke baştir ava bikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin