Nêçîrvan Barzanî derbarê plana Trump a ji bo Xezeyê çi got?

Nêçîrvan Barzanî derbarê plana Trump a ji bo Xezeyê çi got?

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî plana Trump a ji bo Xezeyê bi awayekî erênî nirxand.

Qesra Spî plana Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo bidawîkirina şerê li Xezeyê eşkere kir.

Li gorî planê, Xeze dê bibe herêmeke "bê teror da ku gefê li cîranên xwe neke" û ji bo berjewendiya xelkê xwe yê ku êşên mezin kişandine ji nû ve were avakirin.

Her wiha eger her du alî pêşniyarê qebûl bikin, şer dê yekser bi dawî bibe.

“Ez pesnê serkirdayetiya wî didim”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî eşkerebûna vê planê li ser hesabê xwe yê Xê got:

“Ez Plana Berfireh a Serok Donald Trump a ji bo Bidawîkirina Pevçûna Xezeyê pêşwazî dikim û pesnê serkirdayetiya wî didim.

Ez bang li hemû aliyan dikim ku ji bo berjewendiya bidestxistina aştiyeke mayînde, ewlehî û xweşguzeraniya ji bo gelê herêmê bi awayekî avaker beşdarî diyalogê bibin û ruhê lihevkirinê nîşan bidin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin