Nêçîrvan Barzanî: Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dê aramiyê bîne

Nêçîrvan Barzanî: Cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dê aramiyê bîne

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê di civîna li gel berdevkê Lêjneya Derve ya Parlamentoya Almanyayê de ragihand, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dê bibe sedema vegera Êzdiyan bo cihên xwe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di duyem roja Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de pêşwazî li Berdevkê Komîteya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Almanyayê Nils Schmid kir. Di civînê de gefên Daiş û dirêjkirina dema erkê hêzên Almanî li Iraqê gotûbêj kirin. Her wiha behsa rewşa siyasî ya Iraqê û pirsa koçberan li ser sînorê Belarusiyê kirin.

Nils Schmidt kesayetiyekî naskirî yê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê ye û di dema borî de çendîn civîn ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê pêk anîbû. Her wiha Schmid di pesendkirina dirêjkirina rahênan û Almanya li gel hêzên Pêşmerge û hevkarîkirina bi Kurdistanê re xwedî roleke giring e.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo alîkariya koçberan û dirêjkirina dema erkê hêzên Almanyayê li Iraqê spasiya Almanya û welatên dost ên Ewropayê kir.

Di beşeke din ya daxuyaniyê de, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser bi rewşa penaberên Êzdî kir û ragihand, eger rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê were cîbicîkirin, dê derfeteke baş be ji bo xelkê Êzdî da ku vegerin cihên xwe.

Di 9ê Cotmeha 2020an de berdevkê Serokwezîrê Iraqê ragihand ku Mistefa Kazimî serokwezîr serperiştiya rêkeftineke taybet li ser Şingalê dike ku desthilata hikûmeta federal li wî bajarî bihêz bike. Ev rêkeftin ji aliyê hejmareke berçav ji welatên cîhanê jî hat pêşwazîkirin.

Her du alî li ser pirsa demokrasî û avadankirin û bihêzkirina saziyan li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û hevdeng bûn ku Almanya û welatên dost di vî warî de hevkar û alîkar bin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin