
Nêçîrvan Barzanî bi Birêvebirê Giştî yê FAOyê Qu Dongyu re civiya
.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, heyeteke Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) pêşwazî kir.
Birêvebirê Giştî yê Rêxistinê Qu Dongyu serokatiya şandeya FAOyê kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de, Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî û Balyozê Îraqê yê Îtalyayê Nicolo Fontana û Balyozê Îraqê yê Rêxistina FAOyê Seywan Barzanî amade bûn.
Di civînê de bihêzkirina alîkariya hevbeş di warên çandiniyê, ewlehiya xurekê û çavkaniyên avê yên Îraq û Herêma Kurdistanê hat nirxandin.
Her wiha bandora guherîna avhewayê, kêmavî û rûbirûbûna astengiyên li ser çandiniyê di warên av û xurekê de hat nirxandin.
Civîn li ser bihêzkirina alîkariya hevbeş di warên çandiniyê de bû.
Nêçîrvan Barzanî ji bo kar û bernameyên rêxistinê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê spasiya FAOyê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê rola rêxistinê ya di bicihkirina projeyên geşepêdanê û bidestxistina ewlehiya xurekê de bilind nirxand.
Nêçîrvan Barzanî hemû piştgiriyên aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ji bo kar û bernameyên FAOyê ducare kir.
Qu Dongyu Dongyu jî bo girîngîdana Herêma Kurdistanê bi beşa çandiniyê re kir û amadebûna FAOyê ji bo berfirehkirina warên alîkariyê û bicihkirina bernameyên stratejîk ducare kir ku xizmetê ji armancên geşepêdana berdewam ya li Herêma Kurdistanê dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin