Nêçîrvan Barzanî bersivand: Erdogan dê were Hewlêrê?

Nêçîrvan Barzanî bersivand: Erdogan dê were Hewlêrê?

.

A+A-

Serokê Herêma Kurdistanê li ser serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Îraqê ragihand ku behsa serdana wî ya Hewlêrê nehatiye kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo gotûbêja çend mijarên cuda doh çû Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Di rojeva wî de mijarên wekî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina krîzên darayî yên wekî budce, mûçe û petrolê hene.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna bi Serokkomarê Îraqê Abduletîf Reşîd re bersiva pirsên rojnamegeran da.

Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirseke li ser serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Îraqê de got:

“Serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a Îraqê mijareke din a hevdîtinê bû.

Heta niha wekî protokol behsa serdana wî ya Hewlêrê nehatiye kirin, tenê behsa wê hatiye kirin ku biçe Bexdayê.”

Nêçîrvan Barzanî li ser hevdîtinên bi Çarçoveya Hevahengiyê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê re jî axivî diyar kir hevdîtin baş derbas bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman:

“Me behsa mijarên Herêma Kurdistanê û Bexdayê, rewşa Bexdayê û serdana Serokwezîrê Îraqê ya Amerîkayê kir.

Derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, helbet wekî Serokê Herêma Kurdistanê, me projeya ku bi me re têkildar e destnîşan kir.

Em hêvîdar in ku hêzên siyasî hemû bigihêjin qenaet û têgihiştinekê ku hilbijartin bên kirin.”

“Divê Bexda mûçeyên Herêma Kurdistanê garantî bike”

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî da zanîn:

“Tişta ku ez niha dibînim, li Bexda û Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê di danûstandinan de berdewam in ku pirsgirêka mûçe bi awayekî bingehîn çareser bikin û mûçe nebe nûçe.

Helbet ev mafekî xwezayî yê welatiyên Herêma Kurdistanê ye. Em spasiya gelê Herêma Kurdistanê dikin ku wan heta niha xwe ragirt.

Divê Bexda mûçeyên Herêma Kurdistanê garantî bike ku mûçexwirên Herêma Kurdistanê beşek in ji mûçexwirên Îraqê.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî şandeyekê 15ê Nîsanê dê biçe Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa beşdariya nûnerê Herêma Kurdistanê ya di şandeyê de jî got:

“Di şandeya Hikûmeta Îraqê de nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê beşdarî serdana Amerîkayê bibe lê di çarçoveya şandeya Îraqê de.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin