Nêçîrvan Barzanî banga yekxistina hêzên Pêşmerge li PDK û YNKê kir...

Nêçîrvan Barzanî banga yekxistina hêzên Pêşmerge li PDK û YNKê kir...

.

A+A-

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku îro 26ê Gulanê li Zaxo beşdarî merasîma derçûnê ya Koleja Leşkeriya Duyem a Zaxoyê bû, di merasîmê de axaftinek kir û ji Parlamentoya Kurdistanê xwest bi hûrî çavdêriya proseya yekxistina Hêza Pêşmerge bike.

Nêçîrvan Barzanî di merasîma derçûyên dewreya 27an a 2emîn Koleja Leşkerî de bang li PDK û YNKê kir û got: “Wek daxwazeke xelkê Kurdistanê û wek pêdiviyeke niştimanî, wek erkê xwe yê yasayî daxwaz ji PDK û YNK dikim destwerdana karûbarên Pêşmerge rawestînin.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Destwerdana partiyan di karûbarên Pêşmerge de rê li ber pêşketina wê digire û wiha dike ku tim metirsî hebe Pêşmerge bikin beşek ji nakokiyên xwe, ew jî metirsiyeke cidî ye li ser proseya demokrasî, yekrêzî û yekîtiya Herêma Kurdistanê.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî li ser rola Parlamentoya Kurdistanê jî got: “Xelkê Kurdistanê daxwaza hevgirtin û yekbûna Hêza Pêşmerge dike, lewra daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê dikim wek nûnerê xelkê, bi hûrî çavdêriya proseyê bikin. Pêşmerge ji bo parastina Kurdistanê hatiye avakirin ne ji bo parastina partiyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê di merasîmê de da zanîn, Pêşmerge heta niha bi çekên sade û sivik lê bi fedakariyeke mezin û bi xwîna xwe gelek qehremanî nîşan dane û destanên pir mezin tomar kirine û diyar kir: “Cihê kêfxweşiyê ye Koleja Serbazî ya Zaxoyê di asteke herî bilind de ye li ser asta Iraqê û Serok Barzanî her ji roja ewil ve girîngî daye avakirina vê koleja serbazî.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn, piştevaniya bo Pêşmerge ji aliyê hikûmeta Iraqê û Hevpeymanan ve ji hemû deman bêhtir pêwîst e û daxwaz kir ku di warê rahênan û dayîna çekan de bêhtir alîkariya Pêşmerge bikin.

Di dawiyê de jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser beşdarbûna pêkhateyan di nav Hêza Pêşmerge de û diyar kir ku ew hêvîdar im di xûlên dahatû de hejmareke zêdetir ji xwişk û birayên Krîstiyan, Tirkmen û Kurdên Êzidî bibînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin