Naveroka Civîna Kabîneya Kurdistanê hate eşkere kirin: Paşve gav nayê avêtin

Naveroka Civîna Kabîneya Kurdistanê hate eşkere kirin: Paşve gav nayê avêtin

.

A+A-

 Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 13ê Adarê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, bi civîneke rojnamevanî naveroka Civîna Encûmena Wezîran eşkere kir.

Pêşewa Hewramanî got, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê re hewl dide pirsgirêkan çareser bike û diyar kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji projeya 'Hejmara Min' paşve gav navêje.

Pêşewa Hewramanî ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Amerîkayê kir ku li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Amerîkayê, hatibû kirin.

Amerîkayê piştevanîya xwe bo Kurdistanê nîşan da

Hewramî got, li Washingtonê hejmarek civînên baş û berhemdar hatine kirin û tê de Amerîka piştevanî û hevkariya xwe bo Herêma Kurdistanê tekez kiriye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Amerîka her dem li gel gelê Herêma Kurdistanê bûye û di hemû deman de piştevan û hevkar bûye.

Hikûmeta Kurdistanê dixwaze destûra Iraqê neyê binpêkirin

Pêşewa Hewramanî da zanîn, Herêma Kurdistanê dixwaze destûra Iraqê neyê binpêkirin û li gorî destûrê reftar bi gelê Herêma Kurdistanê re bê kirin.

Li ser mûçeyên karmendê Herêma Kurdistanê jî got: “Nîyeteke baş a Bexda li hember Herêma Kurdistanê nîne. Xelkê Herêma Kurdistanê ne dîl e ku her mehê mûçe bi awayekî jê re bê şandin.”

Em bi ti awayê dest ji mafên destûrê bernadin

Hewramanî bi bîr xist: “Em di ti rewşekê de dest ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bernadin. Ew pereyên ku ji bo mûçeyan hatine şandin, 300 milyar dînar kurtêhênan tê de heye. Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo şandina hemû mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Sûdanî re di nava pêwendiyê de ye. Di ti yasayekê de mûçeyan bi vî awayî nayê şandin, divê kêmasiyên ku di mûçeyan de hene bê dagirtin.”

Hewramanî li ser projeya Hejmara Min jî got: “Heta niha zêdetirî 240 hezar karmend beşdarî projeyê bûne. Hikûmet plan dike ku heta dawiya îsal kartên bankê yên hemû karmendan hebe. Ew bankên ku di nava Hejmara Min de ne, navên wan di lîsteya reş a Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê de nîne.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Hikûmet dixwaze hemû karmendên Herêma Kurdistanê bi rêya Hejmara Min sûdê ji 19 xizmetên bankî werbigirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin