Naveroka civîna Encûmena Wezîran hate eşkere kirin: Em dest ji mafên xelkê Kurdistanê bernadin

Naveroka civîna Encûmena Wezîran hate eşkere kirin: Em dest ji mafên xelkê Kurdistanê bernadin

.

A+A-

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 23yê Tîrmehê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya. Piştî civînê hikûmeta Herêma Kurdistanê naveroka wê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê mijara sereke ya wê civînê girêdayî pêşhatên vê dawiyê yên bicîhanîna dawî peyman û hevfêmkirinên hevpar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bûn, ku peyman hefteya borî ji aliyê encûmena wezîran ên her du aliyan ve hat pejirandin û girêdayî mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrolê û dahatên negirêdayî petrolê û mekanîzm û rêkarên girêdayî gavên di wê peymanê de ji hêla wezaret, aliyên peywendîdar û komîteyên hevpar ên her du aliyan ve.

Encûmena Wezîran tekez kir ku, Herêma Kurdistanê hemî pabendiyên xwe bi tevahî bi cih anîne. Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê 120 milyar dînar li hesabê Xezîneya Federal razandiye, wekî ku di wê lihevkirina hevpar de hatiye. Ji bilî şandina lîsteyên mûçeyan ên pejirandî yên Gulan û Hezîranê û kontrola hûrbînkirina hevpar a her du Wezaretên Darayî, şandina terazûya pêdaçûna mehane û berdewamiya tîma hevpar a her du dîwanên Çavdêriya Darayî yên Federal û Herêma Kurdistanê di hûrbîniya demsalan a dahat û xerciyan de. ji vî alî jî ve, Herêma Kurdistanê hemî dahat û xerciyên xwe bi rengekê zelal pêşkêşî wan kirine.

Di derheqa petrolê de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di rojên borî de û bi rêya komîteyeke hevpar hemî hêsankarî pêşkêşî komîteya Wezareta Petrolê ya Federal û şîrketa SOMOyê kirine, ji warê biserxistina zanyar û datayan û serdanên rasterast bo hemî zeviyên petrolê yên li herêma Kurdistanê.

Komîteya teknîkî ya her du wezaretan li ser protokola destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya şîrketa SOMOyê gihîştin hevfêmkirina hevpar ji bo wê petrolê ya ku niha li Herêma Kurdistanê tê hilberandin, ji ber ku ji ber êrîşên bi dronan ên terorîstî û nerewa yên vê dawiyê li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi rengekê berçav li nav wan zeviyan kêm bûye.

Ev rêkar jî pabendbûna Herêma Kurdistanê bi wê peymanê piştrast dikin, lewma li beranber jî divê hikûmeta federal pabendiyên xwe li gorî wê peymanê bicîh bîne, bi rêya şandina tavilê ya mûçe û mafên darayî yên xelkê Kurdistanê, ku heta niha neşandine ev sê meh in ku mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji Mafên wan ên darayî hatine bêparkirin, ku ev mafê wan ê destûrî û qanûnî ye û nabe bi tu hincetan bên binpêkirin, xasma jî tiştê ku li ser Herêma Kurdistanê heye bi zêdehî ve jî hatiye bicîhanîn.

Encûmena Wezîran bi rêz û hurmeteke zêde ve helwesta berpirsiyarane û xweragiriya xelkê Herêma Kurdistanê bilind dinirxîne ku, tevî rewşa darayî ya dijwar ku bûn qurbaniyên biryareke nerewa û nedestûrî, lê têgihîştina pêdivî ji bo vê rewşa nebaş a ku bi ser Herêma Kurdistanê de hatiye heye û bi hestkirin bi berpirsyarîtiyeke bilind ve berevaniyê ji qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dikin. Encûmena Wezîran xelkê Kurdistanê jî piştrast dike ku, ew dê ji bo dabînkirina mûçe û mafên wan tu demekê xemsariyê neke destan ji mafên wan bernede.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin