Navenda Metro: Artêş û hêzên ewlehiyê li Kerkûkê li gorî berjewendiya aliyekî tevdigerin

Navenda Metro: Artêş û hêzên ewlehiyê li Kerkûkê li gorî berjewendiya aliyekî tevdigerin

.

A+A-

Malpera fermî ya “Facebook” ya Navenda Metro êrîşên li ser sivîlan û astengî û tundiya li dijî rojnamevanan bi tundî şermezar kir û bang li rêxistinên navdewletî û navxweyî yên Iraqî kir ku li hember van binpêkirinan bêdeng nemînin.

Navenda Metro dibêje: “Piştî ku di dawiya meha borî de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî fermana radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên dagîrkirî li Kerkûkê da, dengê nerazîbûnê ji aliyê Eniya Tirkmenî, Hevpeymaniya Erebî, hêzên Heşdî Şeibî û Erebên hawerde ve derket û rêya sereke ya Hewlêr – Kerkûkê girtin.”

Navenda Metro ragihand, li hember vê yekê, roja Şemiyê 02.09.2023an, xelkê sivîl li dijî vê reftarê xwepêşandanek birêk xistin, lê hêzên ewlehiyê gule berdan xwepêşanderan.

Navenda Metro li ser zarê çend jêderan ragihand, artêş û hêzên ewlehiyê di aloziyên Kerkûkê de ne bêalî ne û di berjewendiya aliyekî de tevdigerin.

Herwiha Navenda Metro alîgiriya artêş û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê bo aliyekî, bi sedema şehîdbûna welatiyên Kurd li Kerkûkê dizane.

Di xwepêşandana duhî ya Kerkûkê de, 4 welatiyên Kurd bi navên (Hewkar Ebdullah, Heval Star, Semed Mihemed, Husên Sabîr) şehîd bûn û nêzîkî 15 welatiyên din jî birîndar bûn.

Ji bilî şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyên Kurd li Kerkûkê, 4 rojnamevan û xebatkarên ragehandinê jî ji aliyê hêzên ewlehiya Kerkûkê ve hatin girtin û yek jî birîndar bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin