Navenda Hevkarî: Komara Îslamî bi raxistina peta îdamê nikare temenê xwe dirêj bike

Navenda Hevkarî: Komara Îslamî bi raxistina peta îdamê nikare temenê xwe dirêj bike

.

A+A-

Civata Kurdistanê!

Korr û komelên navdewletî!

Rêkxirawên mafê mirovî!

Her wek rojane di medyayan de dibîhzin menca nû ya îdaman li Îranê bi rê ve ye.

Pêka amara rêkxirawên berevanker ji mafê mirovî, Komara Îslamî ya Îranê ji destpêka sala Zayînî ve û di heyama kêmtir ji şeş mehên borî de aliyê kêm 267 girtî di girtîgehên bajarok û bajarên cuda ên Îranê de îdam kiriye ku 55 kes ji wan Kurd û kêmek zêdetir ji vê hejmarê Belûç bûne.

Pêla nû ya îdaman di demekê de ye ku tevgera mafxwazane û narizayetiya xelkê li dijî Komara Îslamî di yek sala borî de, mezintirîn krîza rewatiyê bo Komara Îslamî çê kiriye. Rejîma Komara Îslamî ku xwe di hember geşebûna hereketên roj li pey roj yên xelkê Îranê de bi tevahî felec dibîne, carek din jî bi raxistina peta sêdarê û nîşandana serkuta rût û belavkirina keşeke tirs û samê, dixwaze li hember tevgera nerizayetiya komelên xelkê derkeve.

Ezmûna zêdetir ji çil û çar sal ji hikûmeta Komara Îslamî ji me re dibêje, ku îdam wek tundtirîn şêweya tundûtûjiyê, yek ji bandordartirîn alav û çekên destê rejîmê bûye ji bo kontrolkirina civakê û rêgirtin ji her xwenîşandanekê. Komara Îslamî ya Îranê weke nizameke siyasî ya totalîter ku li ser bingeha kuştin û jinavbirina fîzîkî ya dijberan û sepandina keşa tepeserkirin û gefxwarinê hatiye avakirin, di heyama desthilatdariya xwe de zêdetir ji 60 hezar kes ji xelkê vî welatî îdam kiriye ku bi hezaran kes ji wan girtiyên siyasî bûne.

Rêberên rejîmê hertimî wisa dizanin ku bi darvekirin û kuştin û tundûtîjî dikarin hereketên nerazî yên xelkê bixine qedeman û di niha de jî, ku metirsiya rijiyan û serhildana dubare ya xelkê pitir ji hemû demekê seh pê tê kirin, bi micidiyeke zêdetir ve hemû alavên serkutê ku yek ji wan bidarvekirin e li dijî xelkê bikar tîne. Bê guman her wek çawa serkut, darvekirin û tundûtîjiyên din ên Komara Îslamî heta niha nekariye îradeya xweragirî û xebatkariya xelkê li dijî rejîmê ji nav bibe, ji niha pê ve jî, ew siyasete nigare wê rejîmê rizgar bike.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî şermezarkirina siyaseta îdam û kuştinê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bala civatgeha navdewletî û rêkxistinên navnetewî yên mafê mirovî bo berdewamiya wan tawanên rejîmê radikêşe û daxwazê ji wan dike bi givaşxistin li ser rejîma Komara Îslamî pêşiya berdewamiya wan tawanan bigirin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

30ê Banemera 1402 a Rojî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin