Nasnameyên kesên ku li Agiriyê di qezayê de mirin hatin eşkerekirin

Nasnameyên kesên ku li Agiriyê di qezayê de mirin hatin eşkerekirin

.

A+A-

Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê du kamyon û otobûseke rêwiyan qeza kir û nasnameyên 7 kesên ku di qezaya trafîkê de canê xwe ji dest danbûn hatin eşkerekirin. Piştî ku cenaze ji hev hatin cudakirin dê radestî malbatan bên kirin.

Cinazeyê kesên di qezayê de bûne qurbanî bo morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê hatin vegihestin û ji bo tesbîtkirina nasnameyên cinazeyan ji mirovên wan mînakên DNAyê hatin wergirtin û ji Saziya Tiba Dadê ya Trabzonê re hatin şandin.

Li gor encama ku dê ji tiba dadê were, nasname dê werin tesbîtkirin û cinaze ji hev bên cudakirin û dê radestî malbatên wan bikin.

Mirovên kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dane jî, li pêşiya nexweşxaneyê li benda encamê ne.

Kesên ku di bûyerêde canê xwe ji dest dabûn ev in ajokarê otobusê Abdulkerîm Kînay, Serhat Bayraktutan, Sînan Gurbûz, Nevzat Taş, Eşref Tutak, Emre Yildiz û Ebrar Tatlî û herwiha hewl tê dayîn ku  nasnameya kesek din ê di qezayê de jiyana xwe ji dest daye were zanîn.

Duh otobûsa kompabiya Van Yoluyê ya rêwiyan a ku plaqeya wê 34 EG 1164 e, ji Wanê ber bi Agiriyê diçû, lê otobûs û du kamyonên ku barê yekî silq bû li navenda navçeya Tutaxê li hev qelibîn. Piştî qezayê agir bi otobûsê ket û tîmên agirvemirandinê bi zor û zehmet agir vemirand. Di otobûsa ku li gor gotinê 21 kes tê da hebûn, 7 kesan canê xwe ji dest dabû û 2 jê giran 18 kes birîndar bibûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin