
Nancy Pelosi: Ez hêvî dikim ku li Sûriyeyê em ber bi çareseriyeke aştiyane ve biçin
.
Seroka berê yê Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosiyê got, “Ez dixwazim aştî li Sûriyeyê hebe."
Seroka berê ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi, derbarê pêşketinên li Sûriyê de ji Rûdawê re axivî.
Nancy Pelosiyê ji Diyar Kurdeyê Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê re got: "Divê em li bendê bin da ku bizanin tiştê girêdayî dorpêçan çi wateyekê dide lê ez hêvî dikim ku em bikaribin ber bi çareseriyeke aştiyane ya ji bo Sûriyeyê biçin ku ji ber serokê wan ê berê ku niha êdî tune ye, tiştekî pir xerab derbas kirine."
13ê Adarê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Riyada paytexta Erebistana Siûdî biryar da ku cezayên li ser Sûriyeyê rake û rojekê paşê bi Ehmed Şer re civiya.
Neteweyên Yekbûyî jî biryara Trump a rakirina cezayên li ser Sûriyeyê pêşwaz kir.
Li aliyê din Endamê Demokratan ê Meclisa Nûneran Don Beyer jî amaje bi alozîyên biryarên siyaseta derve ya Amerîkayê kir lê rakirina cezayan wekî gaveke pêşbînîkirî ya ber bi aştiyê ve dît.
Beyer got,”Ez dixwazim firsendê bidim hikûmeta nû ya piştî Esed ku nasnameyên xwe yên demokratîk nîşan bidin. ”
Endamê Komarîyan ê Meclisa Nûneran Mike Bost jî pesna biryara Trump da û tekezî li ser girîngiya peyamên Abraham û hewlên berdewam ji bo bidestxistina aştiyê li Rojhilata Navîn kir.
Mike Bost ji Rûdawê re got, "Zêdekirin û hewldana ji bo bidestxistina aştiyê her dem karekî girîng e.
Bost her wiha piştgiriya xwe ji bo pêwendiya dîplomasiyê li gel serkirdayetiya nû ya Sûriyeyê anî zimên.
Di demekê de ku Sûriye di qonaxa rêveberiyê re derbas dibe, civaka navneteweyî dilgiraniyan derbarê mafên pêkhateyan li wî welatî tîne ziman.
Endamê Demokratan Jonny Olszewski jî tekezî li girîngiya mafên mirovan kir.
Olszewski ji Rûdawê re got: "Divê em bibin nimûne û hemû hikûmetên seranserî cîhanê ji bo rêzgirtina li mafê kêmîneyan teşwiq bikin. "
Jonny Olszewski got ji îdareya Trump xwest ku di gotûbêjên xwe yên li gel Hikûmeta Sûriyeyê de, girîngiyê bi mafên mirovan bide.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin