Mustafa Ozer: Divê pirsa Kurd bi rêya demokrasiyê were çareserkirin

Mustafa Ozer: Divê pirsa Kurd bi rêya demokrasiyê were çareserkirin

.

A+A-

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Mustafa Ozer li ser rewşa siyasî ya Bakurê Kurdistanê û çareseriya pirsa Kurd diyar kir, hikûmeta Tirkiyê, naxwaze di navbera Tirk û Kurdan de aştiyek çêbibe.

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Mustafa Ozer li ser rewşa siyasî ya Bakurê Kurdistanê û çareseriya pirsa Kurd diyar kir, hikûmeta Tirkiyê, naxwaze di navbera Tirk û Kurdan de aştiyek çêbibe û pirsa Kurd li parlamentoyê were nîqaşkirin.

Mustafa Ozer beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser pirsa Kurd û daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû li Tirkiyê pirsa Kurd tune ye, bal kişand ser gotinên Erdogan ên çend sal berê û diyar kir, Erdogan pênc sal berê, li Diyarbekirê gotibû sed sal in neheqî li Kurdan tê kirin û êdî ev neheqî dê nebe, di vî welatî de Kurd hene, ji Kurdan lêborîn xwest û got êdî mesela Kurdan mesela min e, lê îro dibêje li Tirkiyê pirsa Kurd tune ye.

Mustafa Ozer destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê niha şerê Kurdan ji du aliyan ve dimeşe, yek li ser çiya bi çekdarî tê meşandin û li aliyê din ji bo demokrasî, ji bo hiqûq û mafên mirovan têkoşîn heye.

Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê dibêje, Selahattîn Demîrtaş dixwaze ev şerê ku çendîn sal in li ser çiya bi çekdarî tê meşandin, êdî divê pirsa Kurdan ji aliyê demokrasiyê ve were holê û got: “Eger dixwazin hêzên çekdarî yên Kurd çekan berdin, divê biçin bi Abdullah Ocalan re muzakere bikin.”

Ozer eşkere kir: "Hikûmeta Tirkiyê, Suleyman Soylu, Tayyip Erdogan naxwazin navbera Tirk û Kurdan aştiyek çêbibe û pirsa Kurd li parlamentoyê were nîqaşkirin.” Herwiha diyar kir: “Ew dixwazin di nav Kurdan de her tim şer çêbe.”

Çavkanî: Kurdistan 24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin