Mustafa Ozçelîk: Em dersa bijarte ya kurdî, ji bo fêrbûn, fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî bikin pêlikekê

Mustafa Ozçelîk: Em dersa bijarte ya kurdî, ji bo fêrbûn, fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî bikin pêlikekê

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, derbarê dersên bijarte yên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî) de bangeke girîng li malbatên Kurd û rayedarên dewletê kir. Ozçelîk destnîşan kir ku zimanê Kurdî rûmet û hebûna miletê Kurd e.

Banga Mustafa Ozçelîk wiha ye:

Em dersa bijarte ya kurdî, ji bo fêrbûn, fermîbûn û perwerdeya bi zimanê kurdî bikin pêlikekê

Serîlêdana ji bo dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) roja 12.02.2026ê bi dawî tê.

Em bangî hemû malbatên kurdan dikin da ku ji bo zarokên xwe yên di polên 5, 6, 7 û 8ê de ne dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) hilbijêrin.

Lêxwedîderketina dersa bijarte ya kurdî qet nayê wê maneyê ku em dest ji mafên xwe yên perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî berdidin. Berevajîyê wê, hilbijartina dersa bijarte ya kurdî, piçekî be jî rê li ber girtina asîmîlasyonê ye, lêxwedîderketina zimanê kurdî ye, ji bo ku zarokên me kurdî fêrbibin gavek e.

Em bangî rayedarên Dewleta Tirkîyeyê dikin, da ku dawî li her cûre astengîyên li ber hilbijartina dersa bijarte ya kurdî bêanîn, hejmara mamosteyên kurdî, li gorî pêwîstîyê bêne zêde kirin.

Em bangî hemû rêvebir û berpirsên li dibistanan dikin ku ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî ji malbatan re bibin alîkar û prosedura serîlêdanê hêsantir bikin.

Ji bo ku dersa bijarte ya bi zimanê kurdî ji dibistana destpêkê ya zarokan û ji destpêka pola yekê heta dawîya pola 12yê be, divê gavên pêwîst bêne avêtin.

Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê demildest divê gavên pêwîst bêne avêtin, di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de guhertinên pêwîst bêne bicîh kirin.

Berîya her tiştî, divê di hemû beşên jîyana xwe ya rojane de em bi kurdî biaxivin û kurdî fêrbibin. Bi taybetî em bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin, ji bo ku zarokên me kurdî fêrbibin, em ji her îmkan û firsendê feydê bigrin û bikarbînin.

Zimanê me hebûna me ye, zimanê me rûmeta me ye.

09.02.2026

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin