Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê kurd mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan gelekî xemgîn bûn.

Mustafa Ozçelîk: Em bi wefata welatperwerê kurd mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan gelekî xemgîn bûn.

.

A+A-

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, ji ber wefata lêkolîner, nivîskar û kedkarê zimanê Kurdî yê navdar Mehmet Emîn Bozarslan peyameke sersaxiyê belav kir.  

Mustafa Ozçelîk di daxuyaniya xwe de xemgîniya xwe ya anî ziman û bal kişand ser girîngiya xebatên Bozarslan:

Daxuyaniya Mustafa Ozçelîk wiha ye: 

SERSAXÎ Û XEMGÎNÎ

Em bi wefata welatperwerê kurd mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan gelekî xemgîn bûn.

Me bi xemgînî bihîst ku welatperwerê kurd, kedkarê ziman û edebîyata kurdî mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan koça dawî kiriye.

Mamosteyê hêja Mehmet Emîn Bozarslan bi xebat, lêkolîn û berhemên xwe, di parastin û pêşxistina ziman û edebîyata kurdî de roleke girîng û binirx lehîstîye.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Em sersaxîyê ji malbat û hezkirîyên mamoste Mehmet Emîn Bozarslan re, ji hemû kedkarên ziman û edebîyata kurdî re dixwazin.

Bila serê gelê me sax be.

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin