
Mustafa Ozçelîk: Em ava kirina şandeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin
.
Em ava kirina şandeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin
Şandeya kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ya ku dê bibe mixetabê Rêvebirîya Şamê û nûneratîya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike, hate ragehandin.
Endamên şandeya kurdî ya ku dê bi Hikûmeta Sûriyeyê re dan û standinan bike ji Mihemed Îsmaîl, Perwîn Yûsif, Aldar Xelîl, Reyhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwêş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif pêk tê.
Ev ji bo hemû kurd û Kurdistanîyan cîhê dilxweşîyê ye.
Roja 26ê nîsana 2025ê li Qamişloyê bi beşdarîya hemû partîyên sîyasî û dezgehên sivil ên kurdan û kesayetên serbixwe yên kurd konferansek hatibû li dar xistin. Di vê konferansê de, li ser esasê daxwazên milî, demokratîk ên miletê kurd û statuyeke sîyasî, rêbaz û bernameyeke sîyasî ya hevbeş hatibû pejirandin.
Em di wê bawerîyê de ne ku, şandeya kurdî dê li ser rêbaz û bernameya sîyasî ya konferansê nûneratîya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike.
Yekrêzîya di nav mala kurd de destpêka serkeftinê ye.
Dîyar kirina şandeya kurdî gaveke pîroz û dîrokî ye.
Em ava kirina şandeya kurdî pîroz dikin û serkeftnê ji şandeyê re dixwazin.
Li gel rêz û silavên xwe.
05.06.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin