
Mustafa Ozçelîk: Dewlet ligel Ocalan û DEM Partiyê veşartî kar kar dike
.
Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustefa Ozçelîk, di beşdariya xwe ya bulteya nûçeyan a K24ê de nêrînên xwe yên derbarê "Proseya Aştiyê" û çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyeyê anî ziman.
Ozçelîk gotina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a "Tirkiyeyeke bê teror" û "herêmeke bê teror" bi bîr xist û da zanîn ku ev têgîn ji aliyê dewletê ve zêdetir ji bo çekdanîna PKKê tê bikaranîn. Lê belê, Ozçelîk pirsî: "Gelo nêrîna ji 'herêmeke bê teror' çi ye? Ma qesta wan cografyayeke diyarkirî ye?"
Serokê PWKê rexne li neşefafiya danûstandinên ku tê îdiakirin di navbera dewleta Tirkiyeyê, Abdullah Ocalan, PKK û DEM Partiyê de birêve diçin girt û got, "Em nizanin çi dibe." Wî amaje kir ku eger armanc bi rastî "bê terorî" be, wê demê "divê êrîşên dewleta Tirkiyeyê, operasyonên leşkerî, girtin û zext jî bi dawî bibin."
Mustefa Ozçelîk diyar kir ku çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyeyê du alî ye: "Yek rawestandina şerî û çekdanîna PKKê ye, ya din jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi xwe ye." Wî destnîşan kir ku "eger behsa terorê tê kirin, berî her tiştî divê hemû êrîşên dewleta Tirkî yên leşkerî, operasyon, girtin û zext bi dawî bibin."
Ozçelîk li ser mafên Kurdan rawestiya û got: "Ji bo çareseriyeke bingehîn, divê meseleya Kurd, meseleya Kurdistanê bi awayekî kûr bê nîqaşkirin. Divê nasnameya Kurdî bê qebûlkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê, û zindanî bên berdan."
Ozçelîk rexne li helwesta hinek aliyan jî girt û wiha pê de çû: "Eger kesên li ser navê Kurdan li ser maseyê rûdinên, wek Ocalan û bibêjin pêwîstiya me ne bi mafê dewletbûnê, ne federalî, ne otonomî û ne jî bi mafên çandî heye. PKK di kongreyê de biryara xwehilweşandinê daye û dibêje çareseriya pirsa Kurd bi mafê hemwelatiya wekhev dibe, eger kesên li ser maseyê rûnin wiha bibêjin, wê demê dewleta Tirkiyeyê dê çi gavan neavêje?
Serokê PWKê amaje bi wê yekê kir, “Dewleta Tirkiyeyê, Ocalan, PKK û DEM Partî vê proseyê bi veşartî di nava hev de dimeşînin. Lê wan niha ti aliyên din tevlî vê pêvajoyê nekirine û dixwazin bi veşartî vê pêvajoyê bimeşînin.
Herwiha rexne li aliyên Kurdî û Kurdistanî kir û got: “Aliyên li derveyî wan jî, aliyên Kurdî û Kurdistanî çima nayên cem hev? Em wek PWKê, me gelek caran bang hemû aliyan kiriye ku li ser bernameyeke maqûl lihev bikin.”
Serokê Giştî yê PWKê herwiha bang kir ku divê nûnerên 30 milyon Kurdên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, çi siyasî, çi sivîl, çi kesayet, bibin muxatabê rastîn ê çareseriyê.
Di dawiyê de, Mustefa Ozçelîk cardin bang kir: "Em bangî dewletê û PKKê dikin, bes e, vî şerî rawestînin. Em piştgiriya çekdanîna PKKê dikin. Ev bi salan e em dibêjin. Şer zerarê dide Kurdên Bakur, Başûr û Rojava jî. Heger îro 100 hezar Kurdên Bakurê Kurdistanê li Diyarbekirê li Qada Şêx Seîd bicivin û bêjin 'em vî şerî naxwazin û em mafên xwe yên ziman û nasnameyê dixwazin', ne dewleta Tirkiyeyê û ne jî PKK dikarin li hember vê yekê bisekinin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin