Mustafa Ozçelîk: Cejna Qurbanê Bila Bibe Destpêka Tifaqa Neteweyî û Azadîyê

Mustafa Ozçelîk: Cejna Qurbanê Bila Bibe Destpêka Tifaqa Neteweyî û Azadîyê

.

A+A-

Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk: 
Cejna Qurbanê Bila Bibe Destpêka Tifaqa Neteweyî û Azadîyê

Li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar alîyên cîhanê, îsal jî di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de em pêşewazîya cejneke din a  qurbanê dikin.

Em hêvî dikin ku, li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, çek danînê, hûnandina hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî û bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û azadîya welatê me.

Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê, li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û pêşdebirina destkeftîyên heyî, ev cejn bibe wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî, bibe destpêka ava kirina hikûmeteke hevbeş ya neteweyî, bibe destpêka pêk anîna madeya 140î.

Em hêvî dikin ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn, li ser bernameya hevbeş a konferansa Qamişloyê ya ku di roja 26.04.2025ê li dar ketibû, bi temsîlîyeta şendeya kurdî ya ku hatîye dîyar kirin,  bibe destpêka avakirina yekrêzîya nav mala kurd û hemû alîyên kurdî bi bernameyeke neteweyî bibin mixatabê Rêveberîya Şamê û  mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û statuyeke sîyasî bidest bixin.

Li Rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka ava kirina tifaqa neteweyî û bidestxistina azadîyê.

Bi hêvîya ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şerî, kuştin û wêranîyan; bibe wesîleya bicîhanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekhevîyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendîya jîngehê.

Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna qurbanê ya misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cîhanê pîroz dikin.

05.06.2025

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin