Mustafa Ozçelîk: Bila ev newroz bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî û ava kirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê

Mustafa Ozçelîk: Bila ev newroz bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî û ava kirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) şeva 20e Adara 2024ê li Stenbolê şeva pîrozbahîya newrozê li dar xist. Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, li Stenbolê, di şahîyê PWKyê ya ji bo newrozê de axaft.

Mustafa Ozçelîk: Bila ev newroz bibe destpêka fêrbûna zimanê kurdî û ava kirina tifaqa neteweyî li Bakurê Kurdistanê

Meha adarê kurte çîroka jîyan û dîroka kurd û kurdistanê ye.

Adar mirin e, kul e, şîn e, komkujî ye; adar, Helebçe ye.

Adar jiyan e, şahî ye, bihar e, cejn e .

Adar serîhildan e, berxwedan e, vejîn e, têkoşîn e.

Adar bi wî barê xwe yê têr û tije, di tu rûpelan de hilnayê.

Her rojeke wê, her saeteke wê, neynikeke dîrokê ye li ber çavan.

Tu miletan wekî miletê Kurd dilê xwe, bi vî şiklî, di dilê adarê de nehelandîye.

Adar Kurd e, Kurdistan e.

Kurdistana min jî wekî adarê, her bihusteka axa wê, her çîya, her gelî, her newal , her av û rûbar û çemên wê, bi hêsir û xwîn û xuhdana ji dilan diherike hatîye hûnandin.

Û di rojeke adarê de agirek pêdikeve li çiyayên bilind.

Şêx Seîdê Kal, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mustafa Barzanîyê Nemir li gel Kawayê Hesinkar li Helebçeya şehîd, bi 5000 hezar stêrkên xuricî re, li dora wî agirî dîlanê digerînin.

Hemû şehîdên Kurdistanê, êş û xem û kulên me kom dikin û diavêjin nav wî agirî.

Ew agira li her çar alîyê Kurdistanê ji bo azadîyê bilind dibe.

Ew agir agirê Newrozê ye.

Newroz sala nû ya kurdan e.

Newroz ji nû ve vejîn e, sembol û nîşan û cejna miletbûyîna Kurdan e.

Newrozê şima pîroz bo

Newroza we pîroz be.

Newroza hemû malbatên şehîdan, ya hemû têkoşer û xebatkarên azadîya Kurdistanê, newroza gelê me pîroz dikim.

Belê, Newroz roja serîhildanê, roja bilind kirina alaya azadîyê, roja têkoşînê, roja geş kirina yekitî û tifaqa neteweyî ye. Lê mixabin di vê Newrozê de jî, bi bêtifaqî û bi belavelabûna xwe ve, em dîsa heqê Newrozê nadinê.

Bêtifaqî, li Bakurê Kurdistanê meydanê ji siyaseta dewletê ya bi kuştin, neheqî û wêran kirinê hatîye hûnandin û ji siyaseta xelet ya li ser navê Kurdan tê meşandin re rê xweştir dike.

Bêtifaqî, sebebeke esasî ye ku li Başûrê Kurdistanê destkeftîyên gelê me dixe xeterîyê, rê li ber yek kirin, pêşxistin, parastin û xurt kirina dezgehên dewletbûnê digre. Bêtifaqî sebebeke esasîye ku li Rojavayê Kurdistanê rêya statubûyînê, rêya azadîyê zehmettir dike, dixe xeterîyê. Bêtifaqî li Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe sebeba wan firsendên ku bê ber derîyê gelê me, ji dest biçin.

Dewleta Tirkîyeyê ji vê sîyaseta şerî, ji sîyaseta kuştin û wêrankirin û tune hesibandina miletê Kurd têr nabe. Lê ji şikestxwarina vê siyasetê jî têr nabe.

Ma eve 100 sal e her ne eynî tişt e?

Ma qey ne bes e?

Ma ev dewleta, ji tecrubeyên xwe hîç dersan dernaxe gelo?

Êdî bes e. Divê Dewleta Tirkîyê êdî fêhm bike ku, miletê Kurd, gelê Kurdistanê bi kuştin û jenosîdan ji holê ranebûye, dê ji holê ranebe jî. Doza azadîya Kurdistanê dozeke sîyasî û neteweyî ye, rewa ye û bêşik, dê Kurdistan azad bibe.

Jiber vê yekê jî, em careke din bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin: Dest ji vê sîyaseta şîdetê û şerî berdin. Mixatabê Dewleta Tirkîyeyê partîyên kurdan e, temsîlkarên miletê kurd yên sîyasî û dezgehên sivîl ên Bakurê Kurdistanê ne, xelqê Kurdistanê ye.

Werin em bi dîyalog û danûstendinan, rêya çareserîya sîyasî bi hevdu re bihûnin.

Û em careke din bangî PKKyê jî dikin:Ev şerê ku tê meşandin, li Bakurê Kurdistanê zerarê dide gelê me, dide welatê me. Şerdên Bakurê Kurdistanê û yê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne yek in. Li başûr û rojava, gelê me xwe diparêze, şer neke dê tûşî jenosîdan bibe. Lê, li gorî rewş û rastîya Bakurê Kurdistanê şerdên xebata sîyasî û sivîl heye. Ev çalakîyên çekdarî rê ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya kuştin û wêrankirinê xweştir dike, rê ji êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê xweştir dike.

Xuşk û birayên hêja,

Em dibêjin, ne sîyaseta 100 salî ya Dewleta Tirkîyeyê ya bi navê ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek ala’’yê tê maşandin û ne jî sîyaseta ku bi navê ‘’cimhûrîyeta demokratîk, netewa demokratîk, welatê hevbeş’’ tê meşandin, ne çareserî ye; çareserî di qebûl kirina mafên neteweyî, demokratîk yên miletê kurd de ye, di sîyaseteke neteweyî, niştimanî de ye, di azadîya Kurdistanê de ye.

Belê, emê tu carî serê xwe li ber dagirkeran netewînin. Bêguman Kurdistan dê rizgar û azad bibe. Zarokên me, nevîyên me dê welatê xwe, bi xwe îdare bikin. Tu şikeke me ji vê tune ye.

Roj bê, esker, polis, qeymeqam, walî, hemû memûr û dezgehên Dewleta Tirkîyeyê dê ji welatê me vekişin, herin. Û her emê li welatê xwe li rûyê hevdu binerin.Tu miletekî din, tu dîn û mezhebên din dê neyên. Her emê bi xwe û xwe bin. Dê zarok û nevîyên me li gel hev bijîn. Hinekê desthilat bin, hinekê mixalefet…Jiber wê jî divê em hevdu neêşînin, em dujminatîya hev nekin, em hevdu qebûl bikin, em rêzê li hev bigrin… Helbete ku emê ji bo berjewendîyên şexsî û grûbî, nekevin bin sîya tu sîyasetên şaş...Emê bi bîr û bawerîyên xwe, bi şexsîyeta xwe ya sîyasî xebatên xwe bimeşînin.

Emê bi fikir û sîyaset û helwestên xwe cudabûna xwe nîşan bidin ...

Xuşk û birayên delal,

Em dibêjin werin em newroza îsal bikin destpêka fêrbûna zimanê kurdî.

Ziman, hebûn û heykelê miletekî ye. Lê mixabin, îro li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê zimanê me di nav metirsîyeke mezin de ye.

Dewleta Tirkîyeyê ev 100 sal e ku bi asîmîlasyon û înkar û imhayê dixwaze miletê kurd û zimanê kurdî ji holê rake. Lê helbete ku di vê sîyaseta xwe de biserneketî ye. Miletê kurd û zimanê wî her li berxwe daye û heta îro jî li ser pîya maye.

Lê aşkere ye ku vê sîyaseta asîmîlasyon û înkarê zerareke mezin gîhandîye zimanê kurdî.

Îro sîstema perwerdeya Dewleta Tirkîyeyê, telewîzyon û sosyal medya bi zimanê tirkî, bûne weke agirekî ku bi daristanekê ketibe, daristana axaftin û fêrbûna zimanê kurdî dişewitînin.

Werin em vêya berovajî bikin... Em van dezgehan hemûyan ji bo ferbûna zimanê kurdî bikar bînin.

Em ji alîyekî ve ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û bibe zimanê perwerdeyê têbikoşin; ji alîyekî ve jî, em zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî de qeyd bikin.

Divê em hemû platformên sosyal medyayê ji bo fêrbûna zimanê kurdî bikar bînin.

Belê, jenosîdeke mezin li ser zimanê kurdî tê meşandin.

Li himberî vê jenosîda ku li ser kurdî tê meşandin, berîya her tiştî, divê em li mala xwe bi kurdî biaxivin, divê zarokên me kurdî fêrbibin. Werin em li mala xwe, li bazarê, li kolanan, li cîhên karên xwe, bi zimanê xwe bipêvin, em weha bikin ku li Kurdistanê, li daîreyên dewletê memûr bi welatîyan re bi kurdî biaxivin!

Werin bila Newroza îsal bibe destpêka fêrbûna kurdî... Nebêjin qey ev tiştekî biçûk e. Fêrbûn û axaftina bi kurdî îro şoreşek e, vejînek e, xurt kirina heykelê miletê kurd e.

Werin, heta Newroza 2025ê, yên ku bi kurdî nizanin bila kurdî fêrbibin, yên bi xwendin û nivîsandina bi kurdî nizanibin bila xwendin û nivîsandina bi kurdî fêrbibin.

Xuşk û birayên hêja

Îro ji her demê zêdetir qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi hevdu ve hatîye girêdan.

Em bi minasebeta Newrozê careke din dibêjin, her destkeftineke li her perçeyekî Kurdistanê em wek destkeftineke xwe dibînin. Xwedîlêderketin û parastina her destkeftinên neteweyî, niştimanî yên li her perçeyekî Kurdistanê wazîfeyeke neteweyî û dîrokî ye. Divê em rê ji dagirkeran re xweş nekin ku, bi dagirkerî, bi êrîşan, bi operasyonên leşkerî û kuştinan, destkeftîyên gelê me bixin xeterîyê, lawaz bikin.

Divê em di qada navneteweyî de sîyaseteke weha bimeşînin da ku dijminên xwe kêm, dostên xwe zêde bikin.

Li Başûrê Kurdistanê berpirsiyarîyeke dîrokî li ser milên hemû partîyên sîyasî ye. Parastin û serkeftina Başûrê Kurdistanê destpêka azadîya her çar perçeyên Kurdistanê ye, hêvîya 60 mîlyon Kurdên cîhanê ye. Divê hemû partîyên sîyasî û xuşk û birayên me yên Başûrê Kurdistanê, dest bidin hevdu û bi yekdengî li himberî

Bexdayê, li himberî dewletên dagirker, li himberî dewletên mezin, yekgirtin û yek helwestîya xwe avabikin. Divê rojek zûtir hêzên pêşmerge û hemû dezgeh û hêzên dewletbûyînê bibin yek. Divê desthilatdarîya parlamento, hikûmet û hêzên pêşmerge yên Herêma Federe ya Kurdistanê ji alîyê hemû alîyan ve bê qebûl kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê kilîda bidestxistina statuyê û destpêka wekî miletekî û wekî welatekî qebûlbûna di asta navnetewî de, yekgirtin û tifaqa navxweyî ye. Divê hemû partîyên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê, îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî, dîplomasî damezrînin û bi hevdu re li ser bernameyeke Kurdistanî bibin mixatabê rejîma Esad jî, yê dewletên cîhanê jî.

Xuşk û birayên me yên Rojhilatê Kurdistanê divê tifaqa xwe ya netewî avabikin. Divê hêza xwe bikin yek û li dijî Rejîma Îranê , li gel piştgirîya navnetewî, doza azadîya Kurdistanê geş bikin.

Sloganeke partîya me heye û tam jî li gorî naveroka Newrozê ye.

Em dîbêjin yên dikarin di nav partîyê de bibin yek, bila bibin yek; yên nikarin bibin yek bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikaribin hevkarîyan bikin bila di nava xwe de dîyalogan bihûnin; yên nikaribin dîyalogan jî deynin bila dijminatîya hevdu nekin.

Belê, em dibêjin bila ev slogan ji hemû kurd û Kurdistanîyan re bibe rêbazeke hevbeş.

Werin li Bakurê Kurdistanê em Newroza 2024ê bikin destpêka bihevre xebat, hevkarî û tifaqên li ser hişmendî û prensîbên neteweyî, niştimanî.

Bi avakirina tifaq û hevkarîyên neteweyî, emê bikaribin li himberî sîyaseta tune hasibandin û sîyaseta şerî ya Dewleta Tirkîyeyê gelê xwe birêxistin bikin û temsîla gelê xwe bikin.

Bi avakirina tifaq û hevkarîyên neteweyî, emê bikaribin li himberî sîyaseta ku li ser navê kurdan bi fikir û sîyasetên şaş, potansîyela kurdan bêxwedî û bê helwest dihêle jî rawestin û li ked û bedelên gelê xwe xwedî derkevin, temsîla miletê kurd avabikin.

Herweha ez dibêjim bila Newroza îsal, bibe destpêka avakirina Komeleyên Kurdên bajarên metropolên Tirkîyeyê....

Werin, karê me, meslekê me, dînê me, mezhebê me, fikrên me, tercîhên me yên sîyasî çi dibin bila bibin; em li kurdbûna xwe, li zimanê xwe, li kultura xwe û li hevdu xwedî derkevin, em ji Stenbolê destpêbikin; em Komeleya Kurdên Stenbolê avabikin. Li kî derê dibe bila bibe, em kurd û kurdistanî li hev xwedî derkevin.

Bi van bîr û bawerî û hestan û bi hêvîya azadîya Kurdistanê, ez dibêjim:

Bijî Kurd û Kurdistan!

Bijî Newroz.

20.03.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

mus.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin