Muqteda el Sadr telefona serok Barzanî û lîderên Iraqê kir

Muqteda el Sadr telefona serok Barzanî û lîderên Iraqê kir

.

A+A-

 Serokê rewtê Sedr, Muqteda El Sadr bi rêya telefonê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û lîderên din yên Iraqê re axifî. Ragihandin ji aliyê baregeha serok Barzanî de hat kirin.

Di axaftinê de behsa pêvajoya siyasî ya Iraqê û avakirina hukumeta nû ya Iraqê hat kirin.

Li gor ragihandina baregeha Sadr, ji bilî serok Mesûd Barzanî, Sadr bi serokê parlementoya Iraqê bi Muhammed Halbûsî, bi serokê lîderê Dewleta Qanûn Nûrî El Malikî û bi serokê koalisyona Siyade Xemîs Xencer re bi telefonê axifiye.

Piştî hilbijartina 10 ê cotmehê cara yekêye ku Muqteda El Sadr bi telefonê bi Malikî re diaxife.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin