MUNÎH - Mezlûm Ebdî û Marco Rubio 'entegrasyon û mafên Kurdan' gotûbêj kirin

MUNÎH - Mezlûm Ebdî û Marco Rubio 'entegrasyon û mafên Kurdan' gotûbêj kirin

.

A+A-

 Li bajarê Munîhê yê Almanyayê di navbera şandeya hevbeş a Sûriyeyê û Wezîrê Derve yê Amerîkayê de civîneke girîng pêk hat.

Di civînê de mijara sereke pêvajoyê entegrasyonê û mafên pêkhateyan bû.

Şandeya Sûriyeyê ya ku di nav de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Zweser Îlham Ehmed cih digirin, li Munîhê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDyê, di hevdîtinê de behsa pêvajoya entegrasyonê û misogerkirina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê hatiye kirin.

Di vê çarçoveyê de bi taybetî li ser mafên Kurd û Durziyan rawestiyane.

Her wiha girîngiya berdewamiya şerê li dijî DAIŞê jî yek ji mijarên sereke yên civînê bûye.

Peyama Trump: Dosyeya Sûriyeyê di pêşengiyê de ye

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di civînê de helwesta birêvebiriya nû ya Amerîkayê eşkere kir.

Rubio diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, dosyeya Sûriyeyê, temamkirina pêvajoya entegrasyonê, bicihanîna rêkeftinan û têkoşîna li dijî terorê di rêza yekem a karên xwe yên pêşî de dibîne.

Hat ragihandin ku dê hevdîtinên General Mezlûm Ebdî û şandeya pê re yên li Munîhê berdewam bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin