MUNÎH - Dilşad Şehab: Herêma Kurdistanê peyama xwe gihand cîhanê

MUNÎH - Dilşad Şehab: Herêma Kurdistanê peyama xwe gihand cîhanê

.

A+A-

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab got ku Herêma Kurdistanê bi rêya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê peyama xwe gihandiye cîhanê.

Hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de xelas bûn.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku 16ê Sibatê dest pê kiribû îro temam bû.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab piştî temambûna bernameya Nêçîrvan Barzanî pirsên rojnamegeran bersivandin.

“Herêma Kurdistanê peyama xwe gihand cîhanê”

Dilşad Şehab bi bîr xist ku Nêçîrvan Barzanî hevdîtinên gelekî girîng kirine û got:

“Herêma Kurdistanê ev peyam gihad herêm, cîhanê û serokên ku tevî konferansê bûbûn: Em ji bo pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin rêya dîyalog û têgihiştinê didin ber xwe.”

Dilşad Şehab diyar kir, “Di hevdîtinan de gefên li ser sîstema federal a Îraqê hatina nîqaşkirin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje pê kir piştî hevdîtinên Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî yên li Munîhê, di mijara çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de pêşveçûnek çêbûye.

Dilşad Şehab li ser naveroka giştî ya hevdîtinên Barzanî jî got:

“Mijarên wekî budce, mûçe, mafên rewa yên Herêma Kurdistanê û hinartina petrola Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê amaje pê kir, “êrişa Îranê ya li Hewlêrê, gefên li ser Herêma Kurdistanê, êrişên grûpên çekdar û ewlehiya herêmê” jî hinek ji wan mijaran bûn ku li rojeva Nêçîrvan Barzanî bûn.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir, grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê gelek caran li Herêma Kurdistanê jî êrişî hêzên Amerîkayê dikin.

Dilşad Şehab destnîşan kir ku ewlehiya herêma bi hev re pêwendîdar e û ev rewş jî cihê fikaran in.

“Li gorî destûra Îraqê tevnagerin”

Dilşad Şehab ragihand ku “sîstema federal a Îraqê” jî di hevdîtinên Barzanî de bûye mijar û got:

“Hinek rayedarên Îraqê wiha tevdigerin ku li Îraqê hikûmeteke navendî heye.

Mixabin hinek ji wan li gorî destûra Îraqê tevnagerin ku mafê federaliyê dide Herêma Kurdistanê.”

Li hêla din, Dilşad Şehab wiha behsa rol û bandora Nêçîrvan Barzanî kir:

“Rola Serokê Herêma Kurdistanê, bandora wî ya li ser pevnêzîkkirina nêrînên cuda bi rêz û teqdîreke mezin hat pêşwazîkirin.”

Dilşad Şehab herwiha daxuyand ku gelek welatên cîhanê Herêma Kurdistanê wekî çavkaniya ewlehiyê û cihekî girîng dibînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin