MSD: Tirkiye ji bo deverên din dagir bike mijara deriyên sînorî bikar tîne

MSD: Tirkiye ji bo deverên din dagir bike mijara deriyên sînorî bikar tîne

.

A+A-

Serokê Encûmena Suryaniyên Sûriyê û Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Besam Ishaq ragihand ku girtina deriyê Bab El-Hewa di berjewendiya Tirkiyê de ye û got: Tirkiyê ji bo deverên din dagir bike mijara deriyên sînorî bikar tîne.”

Moleta gihandina alîkariyan bo bakurê Sûriyê û Rojavayê bi rêya deriyê Bab el-Hewa bidawî hatiye û heya niha jî Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî negihiştiye rêkeftinekê derbarê dirêjkirina moleta gihandina alîkariyan.

Biryar e îro civîneke Encûmena Asayişê hebe, li gor hinek çavkaniyên diplomatîk, Irlanda û Norwêc hewl didin çareseriyekê bibînin, lê bi nerîna wan îro dengdan li ser wê mijarê nabe.

Rêkxerê alîkariyan ê Neteweyên Yekbûyî, Martin Grifith ragihandiye, gihandina alîkariyên weke xwarin, derman û kelûpelên sereke eger berdewam nebe, dê xelk ji birçîbûnê bimire.

Roja îna borî projebiryarek kete rojevê ku daxwaz dikir gihandina alîkariyan bo dema salekê bê dirêjkirin, lê Rûsya dixwaze bo dema 6 mehan bê dirêjkirin, lewra Rûsya li dijîê wê projebiryarê veto bikar anî.

“Girtina deriyê Bab El-Hewa di berjewendiya Tirkiyê de ye”

Endamê Encûmena Serokatiya MSDê Besam Ishaq derbarê egera girtina deriyê sînorî yê Bab El-Hewa de ji Rûdawê re axifî û da zanîn, ku girtina deriyê sînorî di berjewendiya Tirkiyê û Rûsya da ye û eger derî bê girtin, rêxistinên navdewletî neçar in hevkariyê bi Tirkiyê re bikin, da ku alîkariyan derbasî Sûriyê bikin.

Derbarê vê yekê de Besam Ishaq got: “Diyar e, berjewendiya Rûsya û Tirkiyê di girtina deriyê Bab El-Hewa de heye, ji ber ku eger ev derî hat girtin, rêxistinên navdewletî neçar in hevkariyê bi Tirkiyê re bikin da ku alîkariyan derbasî Sûriyê bikin. Wiha jî Tirkiyê dikare aliyên di hundir Sûriyê de ku dê alîkariyan werbigirin li ser van rêxistinan ferz bike. Şer di navbra aliyên ku dixwazin kaxeza deriyên sînorî bikar bînin, da ku serweriya xwe li ser erdê bihêztir bikin.”

“Hikûmeta Sûriyê û Rûsya dixwazin deriyê Bab El-Hewa were girtin”

Besam Ishaq derbarê berjewendiya aliyên ku dixwazin deriyê Bab El-Hewa were girtin de jî  got, ku di berjewendiya  hikûmeta Sûriyê û Rûsya da ye,  da ku koçberî ber bi herêmên hikûmetê ve çê bibe û hikûmet careke din serweriya xwe li ser herêmê ferz bike.

 Ishaq dibêje ku opozîsiyon jî dixwaze, derî vekirî be, daku bikaribe hebûna xwe li van deveran berdewam bike û Ewropa jî dixwaze ev derî vekirî bimîne, da ku koçberiya ber bi wê, zêde nebe.

Têkildarî vê mijarî jî Ishaq wiha axivî: “Rêjîm û Rûsya bi hêvî ne ku deriyê Bab El-Hewa were girtin da ku koçberî ber bi aliyê rêjîmê ve çêbibe û serweriya xwe careke din li ser deverê ferz bike, di heman demê de alîgirên opozîsyonê Sûriyê li bakur dixwazin ev derî vekirî be, yan herî kêm rêxistinên mirovî bikaribin alîkariyên mirovî bi xelkê Sûriyê yên wan deveran re bikin, da ku bikaribin hebûna xwe bidomînin, her wiha berjewendiya dewletên Rojavayî  jî di vekirina derî de heye, da ku alîkarî bi gihîjin wan deveran ji ber ku naxwazin koçberî ber bi Tirkiyê û ji wir ber bi Ewropa ve zêde bibe.”

“Tirkiyê ji bo deverên din dagir bike mijara deriyên sînorî bikar tîne”

Bi gotina Besam Ishaq pêwîstiya Tirkiyê bi vekirina derî tune ye, ji ber ku sînorê wê bi bakurê Sûriyê re dirêj e û dikare alîkariyan derbas bike, lê armanca wê dagirkirina derverên nû yên Sûriyê ye, da ku ew milyonek koçberên li Tirkiyê, li van deverên nû bi cih bike, ji ber ku dizane herêmên ku dagir kirine ,têra milyonek koçberan nake û dixwaze vê mijarê ji xwe re weke derfetekê bikar bîne.

Endamê Encûmena Serokatiya MSDê Besam Ishaq herî dawî got: “Tirkiyê xwedî sînorekî dirêj bi bakurê Sûriyê re ye û dikare alîkariyan derbasî Sûriyê bike, lê ew hewl dide hin deverên din li bakurê Sûriyê dagir bike û weke dibêje nêzîkî milyonek koçberan ji Tirkiyê vegerîne deverên nû ku dixwaze dagir bike, weke we di nexşeyê de jî diyar kiriye hejmareke zêde ya niştecihan li van deveran heye û dibe nikaribin milyonek koçberan li xwe bigirin, eger wisa bûya Tirkiyê dê koçber neçarî vegerandinê bikirina. Lê ew ji vê mijarê sûd werdigire yan jî weke ew dibêje da ku bihaneyan ji dagirkirina deverên nû yên Sûriyê re derxîne. Eger hat û ev yek bû jî pêdiviya Tirkiyê bi vekirina derî tune ye, ji ber ku dewleteke cîranê Sûriyê ye. Aliyên ku pêdiviya wan bi vekirina derî hene herêmên din in.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin