MSD: Dîyaloga rasterast li gel Şamê pêk nehatîye

MSD: Dîyaloga rasterast li gel Şamê pêk nehatîye

Cîgirê Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a MSDê ji Rûdawê re ragihand, ku ti hevdîtineke rasterast di navbera wan û hikûmeta Sûrîyê de pêk nehatîye, û tenê li ser pirsa leşkerî Rûsya bibû navbeynkar. Berdevkê HSDê jî dibêje, “Divê taybetmendîya HSDê were paras

A+A-

Navenda Nûçeyan- Daxuyanîyên Rûsya ji dema rêkeftina 22ê meha derbasbûyî û heta îro li hember HSDê hêdî hêdî tund dibin, li beramberî vê yekê jî axaftina HSDê jî tund dibe.

Di daxuyanîya xwe ya herî dawî de, Rûsyayê daxwaza bilez tevlîbûna HSDê di artêşa Sûrîyê de kir ji ber li gor Moskowê ew yek di berjewendîya hemû alîyekî de ye, weke ku tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) di artêşa Sûrîyê de mercekî berîya danûstandinê li gor Encûmena Sûrîya Demokratîk (MSD) hîn ti gavên cidî nehatine avêtin.

Cîgirê Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a MSDê Hikmet Hebîb dibêje, “Bi rastî heta vê gavê ti dîyalogeke fermî tune ye, weke hûn dizanin, berê du hevdîtina di navbera şanda MSDê û hikûmeta Sûrîyê de çê bûn. Lê hikûmeta Sûrîyê di çarçoveya yasaya 107 ya birêveberîya xwecehî û destûra Sûrîyê gotûbêj dikir û ev jî ne li gor xwesteka gelê me ye, em daxwaza Sûryeke demokrat û nenavend ku hemû Sûrî tê de hevnerîn bin. Heta niha bi awayekî rasterast dîyalog ligel hikûmeta Sûrîyê tine ye, di hin pirsên leşkerî de pêwendî ligel Rûsyayê heye.”

HSD di beyannameya xwe ya dawî de bi zelalî got ku ew hêzeke niştimanî ne û çareserîya ku banga wê dikin di çarçoveya dewletê de ye, lê ew her rêkeftinê qebûl nakin, divê di her rêkeftineke sîyasî leşkerî taybetmendîya wan were parastin.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriel jî dîyar dike, “Ev mijareke asayî ye divê lihevkirin li ser were kirin û taybetmendîya HSDê jî were parastin, ku bi hezaran şehîd danîye û bi hezaran birîndar jî di şerê têkbirina terorê û DAIŞê de hene.”

Ew taybetmendîya ku banga wê dikin li cem Rûs û Sûrîyê, ne di ajendayên gotûbêjan de ye, ya giring danûstandinên cidî û bi lez di navbera Şam û HSDê de dest pê bikin. Niha xalên herî li pêş ên Rûsyayê, vekişandina HSDê ji bo 32 km û tevlîbûna wê di artêşa rejîmê de ye.

Sîyasetmedarekî Rûs dibêje ku Rûsya nikare rê li ber êrîşên Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê bigire û tenê lihevkirina kurdan û Şamê rê li ber vê yekê digire.

Sîyasetmedarê Rûs Vadîm Makarenko radigihîne, “Yek ji ajandayên Tirkîye li Sûrî jî ew e, ku rejîma Şamê hilweşîne û ev yek ji bo Kurdan jî gelek metirsîdar e. Û berovajî berjewendîyên Rûsyayê ye jî. Lê di destê Rûsyayê de ew amraz tunene ku rêgirîya Tirkîyê bike. Ma, hun pêşnîyaz dikin ku Rûsya li hemer Tirkîyeyê şer bike? Kesekî aqli selîm, di vê rewşê de li dijî hikumeta Tirkîyeyê şer nake. Eger Rûsya dest bi tevgerekî çalak bike, ew ê dê tûşî rikaberîya hem Amerîkayê, hem Ewrûpayê hem jî hêzên din bibe. Rûsya dixwaze ku Kurd li gel Şamê bin.”

Lîstikvanên li ser erda Sûrîyê zêde bûne, bi vê yekê jî armanc û nerînên wan jî dûrî hev in. Ji alîyekî ve Şam û Moskow dixwazin hemû axa Sûrîyê kontrol bikin. Lê mabûna Amerîka ya bi stratejîyeke dûr û zelal, ew yek pêk nayê.

Ji ber vê yekê HSDê dixwaze di vê navê re ji xeta sêyem derkeve û cihê xwe li Şamê yan jî Jinêfê çêbike, lê kîjan alî dê HSDê bi daxwaz û dîroka wê qebûl bike, ev yek hewlên Rûsî û sîyaseta Amerîka destnîşan dike.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin