Morgan Ortagus: Biryara parlamentoya Iraqê em bêhêvî kirin

Morgan Ortagus: Biryara parlamentoya Iraqê em bêhêvî kirin

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus derbarê biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîka û peywendîyên ligel Kurdan de hevpeyvîneke taybet ligel Peyamnerê Rûdawê yê li Washingtonê Namo Ebdullah pêk anî.

A+A-

Navenda Nûçeyan-Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus derbarê biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkayê de ragihand ku wê biryara ew bêhêvî kirine.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus dîyar kir ku ew li bendê ne ku serokwezîrê karbirêker ê Iraqê Adil Ebdul Mehdî û hikûmeta Bexdayê derbarê biryara parlamentoya Iraqê de pirsên li ba wan zelal bikin.

Morgan Ortagus da zanîn ku peywendîya wan a nêzîk li gel hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê heye. Û got: “Em dixwazin peywendîya me ligel Kurdan berdewam be. Hejmareke zêde ya Amerîkîyan heye ku peywendîyên wan ên şexsî ligel gelê Kurd hene.”

Ortagus amaje kir ku hemû Kurdên Iraqê nêrîn û dengê xwe heye û ew. dixwazin ev deng weke nûneratîyek û weke hêzekê bikaribin ku di parlamento û hikûmetê de hene.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus derbarê biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîka û peywendîyên ligel Kurdan de hevpeyvîneke taybet ligel Peyamnerê Rûdawê yê li Washingtonê Namo Ebdullah pêk anî.

Di destpêkê de ez spasîya we dikim. Ez bawerim yekem car e tu dibî mêvana televîzyona me. Ez dixwazim ji biryara parlamentoya Iraqê ya derxistina hêzên Amerîkayê ji wî welatê dest pê bikim. Vê biryarê hûn matmayî kir?

Me duh daxuyanîyek belav kir. Bêguman vê biryarê em bêhêvî kirin. Ez dizanim ku hemû amade nebûn, çendîn parlamenterên Sunne û Kurd beşdarî dengdanê nebûn. Em li bendê ne serokwezîrê karbirêker bi awayekê zelalkirnê bide me derbarê vê yekê de ku ev ne yasayî bû. Mana me li Iraqê girîng bûye ji bo şkandina DAIŞê û herwiha ev şer berdewame jî. Me wekeAamerîka sermayeke zêde li Iraqê xerc kirîye bi vê hêvîyê ku bibe welatekî aram û demokratîk.

Çendîn xelkê me, di nav de çendîn hevalên min jîyana xwe ji dest dane, Amerîkyan jîyana xwe ji dest dane û ji bo Iraqê şer kirine, daku derfeta wê azadîyê ji mere hebe ku niha me heye. Lewra pêwendîya me li gel Iraqê gelek grîng e. Pêwedinyên me ji bo çendîn kesan jî gelek şexsî ne, li vir di nav Wezareta Derve de. Tevî vê yekê ku em bi vê biryarî bêhêvî bûn, hevdem li vir jî çendîn gotubêj di wê derbarê de birêve diçin. Amadebûna me li wê derê li djî derketina DAIŞê ye, ev jî gelek gelek grîng e.

Bi we ew dengdana li parlamentoya Iraqê hate encamdan nûnertirya tevahîya xelkê Iraqê nake?

Îraq welatekî balkêş e, weke vê yekî ye ku nûneratîya hemû xelkê Amerîka bike. Iraq weke Amerîka pirr kultûr e, çendîn netewe û ol û xelkî cuda tê de hene. Lewra ez bawer nakim ku bi yek rengî wêneya xelkê Iraqê bê nîşandan.

Te jî amaje kir ku parlamenterên Kurd û Sunne beşdarî dengdanê nebûn. Di vê mijarê de nêrîna te çi ye? Ji alîyê din ve Îran li Iraqê aktoreke bihêz e û cîranê wî welatî ye. Bi nêrîna te gaveke wêreke nebû?

Eva pirsyareke girîng e, tu bixwe dizanî ku em dixwazin li gel hemû alîyên Iraqî kar bikin. Di rastîyê de pêwendîyeke me ya gelek nêzîk li gel hikûmet û xelkê Hewlêrê heye. Herwiha pêwendîyeke me ya gelek dirêj û dîrokî li gel Kurdan heye, eva jî tişteke ku em dixwazin berdewam bin. Hejmareke zêde ya Amerîkîyan heye ku peywendîyên wan ên şexsî ligel gelê Kurd hene.

Te behsa Hewlêrê kir. Niha li Herêma Kurdistanê hinek nîgeranî hene. Mijara kuştina Qasim Sulêymanî û vekişandina hêzên Amerîkayê dê çi bandore li ser peywendîyên Amerîka û Herêma Kurdistanê bike?

Belê, hemû Kurdên Iraqê nêrîn û dengê xwe di vê derbarê de heye. Em dixwazin ev deng weke nûneratîyek û weke hêzekê bikaribin ku di parlamento û hikûmetê de hene. Eva jî jbo ku dengê wan bê bihîstin. Di nerîna me de li vir em têdigihîjin ku cudahî di navbera hikûmetan de heye û hendek caran jî weke pêwîst sîyast hev nagire. Bi giştî amadehîya hêzên Amerîka li Iraqê jbo şerkirnê ye li dijî DAIŞê. Xelafet hatîye şkandin, xelafet di warê fîzîkî de hatîye şikandin, bi sedema amadiheya me. Bi bawerîya me, amadehîya me hem ji bo Aamerîkyan û hem jî ji bo Iraqê girîng e.

Herêma Kurdistanê jî dixwaze bide zanîn ku ew her tim hevalbendê Amerîkayê ne û dê ti caran pişta xwe nedin wan.

Belê guhdarî bike, me li Rojhilata Navîn bi hev re ji nêzîk ve kar kirîye. Wezîr bi şêweyeke berfireh kar li gel hikûmeta Iraqê de kirîye, ev yek nûneratîya Kurd jî li xwe digire.

Pirsa dawîyê dikim. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gelek caran gotîye ku dê bi tundî bersiva her êrişeke Îranê ya li dijî Amerîka yan jî hevalbendê wê bide. Herêma Kurdistanê yek ji wan hevalbendê Amerîkayê ye?

Belê hemû hevpeymanên Amerîka û berjewendîyên wan lixwe digre. Ez bawer im rejîma Tehranê ev serok bi ciddî wernegirtîye, lê niha divê du caran bifikire. Serok gotîye, yan dema ku serok dibêje, Amerîka li pêşîya her tiştî, mebest çi ye? Mebest jê jîyana Amerîkîyan e. Ew kes çi karmend, belênder yan jî dîplomatek be. Vî Serokî bi rastî bala xwe xistye ser parastina Amerîka û parastina berjewendîyên me. Me çendîn caran ev gotîye.

Me gelek bi eşkere ji rejîma Îranê re gotîye, eger ew êrîş bikin ser Amerîkyan, yan jî wan biêşînin, heta eger bi rêya hêzên kirêgritî be, em wê rejîmê bi berpris dizanin, lewra bi nerîna min ew niha ji vê yekê têdigihîjin  ya ku ev salek û nîv e em dibêj in, gefeke gelek gelek ciddî bûye.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin