Mîtînga KESKê ya li Dêrsimê hat qedexekirin

Mîtînga KESKê ya li Dêrsimê hat qedexekirin

.

A+A-

 Mîtînga Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Hikûmî (KESK) ya 18ê Kanûnê li Dêrsimê dê bihata kirin, hat qedexekirin. Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dêrsimê, berî hefteyekê ji bo “Mîtînga Em Nikarin Debara Xwe Bikin, Êdî Bes e” serî li Parêzgariya Dêrsimê da û dest bi amadekariyan kir.

Parêzgariya Dêrsimê, berî mîtîngê bi du rojan îro 16ê Kanûnê Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dêrsimê, agahdar kirin ku rê nadin mîtîng bê sazkirin. Berdevkê Hêzên Demokrasî û Kedê yên Dêrsimê Ergin Tekin ji Rûdawê re got: “Li Dêrsim û Wanê demeke dirêj e hemû çalakî hatine qedexekirin."

Tekin got: “Demeke dirêj e li Dêrsimê hemû çalakiyên me tên qedexekirin. Yên herî basit belavok û daleqandina afîşan. Ji dema walî hatiye 15 rojan qedexeyan datîne û dirêj dike. Di nav bajarên herêmê de yek ji yê ku qedexe lê zêde ne bajarê me ye. Niha li Wanê qedexe berdewam in û bi heman awayî li bajarê me jî.”

Tekin dibêje: “Demên dawî li Stenbol, Îzmîr û Enqerê mîtîng tên kirin, daxuyanî tên dayîn. Ji sibehê û pê de mîtîngên KESKê yên herêmê destpê dikin. Me jî li Dêrsimê wek hêzên demokrasiyê li dijî qeyrana aborî û bihabûnê biryara mîtîngê stand. Ji ber ku xelkê nerazîbûn nîşan da û dixwazin dengê xwe bilind bikin û ji vê rewşê rizgar bibin. Me jî wek Hêzên Demokrasî û Kedê berî hefteyekê serlêdan kir. Lê du roj pêş mîtîngê parêzgariyê em agahdar kirin, ku rê nadin mîtîngê.”

Tekîn herwiha bibîrxist, ku partiya desthilatê AKP û Serokkomar li her derê bi dilê xwe mîtîngan dikin û got: “Rewşeke nakok-dubendî heye. Dema parêzgarî dibêje mîtîngên guncav bê dîtîn, dikarim Sêrtê nîşan bidim. Li Sêrtê çend meh in qedexe hene, lê AKP ango serokkomar bi asanî li wir mîtînga xwe kir. Daxuyanî û mîtîngên guncav tên dîtîn bi giştî ev in. Em jî dibêjin li vir daxuyanieyeke rojnamevaniyê bidin, lê destûrê nadin. Tevî qedexeyan plana me ew e; eger em li dijî bihabûnê û qeyrana aboriyê li kolanê mîtîngê nekin jî, hedefa me ew e em daxuyaniyeke rojnamevaniyê bidin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin