Mîtînga HUDA PARê: Bi rûpoş û cilên Hemasê derketin ser dikê

Mîtînga HUDA PARê: Bi rûpoş û cilên Hemasê derketin ser dikê

.

A+A-

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, di mîtînga partiya xwe ya Êlihê de bi kesên birûpoş re derket ser dikê ku cilên Hemasê li wan bûn.

Partiya Doza Azad (HUDA PAR), doh li Êliha Bakurê Kurdistanê “ji bo piştgiriya Filistinê” mîtîngek li dar xist.

Di mîtîngê êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, bi dirûşman hatin hatin protestokirin.

Kesên birûpoş ên ku cilên Hemasê li wan bûn, bi Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu re derketin ser dike.

Gelek kesan di torên civakî de bertek nîşanî vê yekê da.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag got, “Tiştê ku li mîtînga HUDA PARê hatiye kirin sûc e, bila dozgerên komarê bi erkê xwe rabin.”

“Li Xezeyê agir û mirin dibarin”

Li aliyê din, Zekeriya Yapicioglu dema ku ew kesên bi cilên Hemasê pê re li ser dikê bûn axaftinek kir û got:

“Em ezîzên ku li ber zilma zaliman serî netewand pîroz dikin. Li Xezeyê agir û mirin dibarin.

Li wê derê nexweşxana, mizgeft, dêr, karwanên alîkariyê û otomobîlên ku avê dibin tên bombebarankirin.

Mirovatiya ku tenê temaşe dike li wê derê dimire. Di 15 salên dawiyê de hejmara birayên me yên Filistînî yên ku şerbeta şehîdbûnê vexwariye bi ser 130 hezarî ketiye.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, di berdewamiya axaftina xwe de berê rexneyên xwe de Serokê Filistînê Mehmûd Ebas û got ku ew xelkê Filistinê temsîl nake.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin