MÎTê endamekî PKKê li Silêmaniyê revand

MÎTê endamekî PKKê li Silêmaniyê revand

.

A+A-

Ajansa Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) endamekî PKKê ji Silêmaniyê revand. Li gorî Ajansa “Anadolu” destê wî endamê PKKê di kuştina 60 endamên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê de heye.

Li gorî Ajansa “Anadolu”, endamê PKKê yê ku ji aliyê MÎTê ji bajarê Silêmaniyê hatiye revandin û ji bo Tirkiyê hatiye birin, navê wî “Remezan Guneş” e û  di nav PKKê de jî nasnavên wek Şoreş / Şoreşger bikaraniye û beşdarî 12 kiryarên “terorîstî” bûye.

Her çend ajansê awayê girtinê û revandina endamê PKKê aşkere nekiriye jî, got 60 endamên hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di wan kiryarên “teroristî” de hatin kuştin.

Hat ragihandin ku Remezan Guneş di sala 2008-an de beşdarî PKKê bûye û beşdarî çalakiyên PKKê yê li Herêma Kurdistanê û Sûriyê bû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin