
Mistefa Hicrî: Birêveçona serkevtiyane ya hilbijartin li Îraqê, destkevtek siyasî bo vî welatî û pêkhateyên netewî û olî ye
.
Rêzdar Mistefa Hicrî, Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de ragihand ku birêveçona serkevtiyane ya vê hilbijartinê li rewşeke aram û bi çavdêriya Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, dikare alîkarê pevrejiyana bi aşitiyê û rêzgirtin li nirxên dêmokrasî û rêçareyên dêmokratîk be.
Deqa peyama Rêzdar Mistefa Hicrî wiha ye:
“Pêka daxuyaniya Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê, rêjeya beşdarîkirina parlemanî ya wî welatî, zêdetir ji %55 bûye û berdevkê Komîsiyonê jî tekezî bi ser zelalbûn û azadbûna hilbijartinê kiriye.
Li derheq Herêma Kurdistan û deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê, welatiyên Kurd bi rêjeyek berçav çone ser sendûqên dengdanê û berbijêrên hêz û aliyên siyasiye xwe hilbijartin.
Birêveçona serkevtiyaneya vê hilbijartinê li rewşeke aram de û bi çavdêrîkirina Komîsiyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, li rewşa niha ya deverê û li bestêna guherînan de destkevtek siyasî bo wî welatî û pêkhateyên netewî û olî tê hisêb û li paşerojê de jî dikare alîkarê pevrejiyana bi aşitiyê û rêzgirtin li nirxên dêmokrasî û rêçareyên dêmokratîk be. Bi taybet jî, hivîdar in li çarçoveya destûra Hikûmeta Federal a Îraqê, hewlên zêdetir bo dabînkirina mafên destûrî û îdarî û netewî yên Herêma Kurdistanê bê dan.
Mistefa Hicrî
Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê
12ê Çiriya Paşîn a 2025 Zayînî

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin