
Mirovê herî kal ê cîhanê li Êlihê dijî: 136 salî ye
.
Li gundê Goxê yê navçeya Hezoyê ya Êliha Bakurê Kurdistanê Mehmet Reşît Ak dibe ku mirovê herî bi temen ê cîhanê be, lewra ew dibêje ku ew 136 salî ye.
Her sal qeymeqam û rayedarên navçeyê di rojbûna wî de serdana wî dikin û rojbûna wî pîroz dikin.
Lê temenê wî bi awayekî fermî nehatiye piştrastkirin. Li gorî gotina wî, ew di 7ê Sibata 1889an de ji dayîk bûye û 136 salî ye.
Ango 1632 meh an jî 48 hezar û 960 roj in ku Hecî Mehmet Reşît dijî.
Çîroka jiyana wî gelekî navdar bûye. Ew dibêje, di temenê xwe de tenê carekê çûye nexweşxaneyê û sedem jî ew bûye ku moz pê vedaye.
Mehmet Reşît Ak 3 caran zewiciye, 28 zarokên wî û zêdetirî 250 jî neviyên wî hene.
"Ez ji dê û bavê xwe dizanim ku 136 salî me"
Hecî Mehmet Reşît Ak dibêje, “Temenê min 136 sal e. Ez niha 136 salî me. 7ê Sibatê rojbûna min e. Dê û bavê min temenê min digot û ez ji wan dizanim ku ez 136 salî me.”
Mirov lê dinêre, dibêje qey 85 salî ye. Lê çîrok û serpêhatiyên ku ew behs dike, nîşaneya temenê wî yê dirêj in.
Hecî Mehmet Reşît Ak tîne ziman, "Dema ez 15 salî bûm, ti paşa, serokkomar an jî serokwezîr nayê bîra min.
Min ji xeynî Ataturk kesek nedît. Dema min Ataturk dît ez 20-22 salî bûm. Ew jî wisa bû.
Ew ne 40-50 salî bû, ew jî ciwan bû. Min Ataturk di Şerê Înonuyê de jî dît. Min li gelek cihên din jî ew dît."
Mehmet Reşît Ak di temenê xwe yê dirêj de şahidî li desthilata 3 siltanên Osmaniyan û 12 serokkomarên Tirkiyeyê kiriye.
Wî her wiha ji Şerê Balkanan bigire heta şerê navxweyî yê Sûriyeyê bi dehan şerên mezin ên cîhanê dîtine û bûye şahidê guherînên mezin.
"Bijîşkê min Xwedê ye"
Hecî Mehmet Reşît Ak li ser tenduristiyê xwe jî wiha got, “Ez naçim cem bijîşk. Bijîşkê min Xwedê ye.
Ez di temenê xwe de tenê carekê çûme doktor, ew jî ji ber ku moz bi min vedabû.
Min qêriyan, ez birim doktor. Xwedê jî dibêje mirinê nexwazin.
Xwestina mirinê guneh e, lê ez carinan bêzar dibim û dixwazim êdî bimirim.”
Hecî Mehmet Reşît ji 3 xwîşk û 5 birayan zarokê duyem bûye.
Niha hemû xwîşk û birayên wî koça dawî kirine. Birayê wî yê herî mezin jî 74 sal berê koça dawî kiriye.
Ji zarokên 7 xwîşk û birayên wî tenê 2 jin û mêrek sax in ku ew jî ji ber temenê xwe yê mezin, ketine nav nivînan.
"Ez bimirim jî li xwaringehan xwarinê naxwim"
Hecî Mehmet Reşît Ak dibêje, "Ez ji birçîna bimirim jî, ez naçim Hezoyê li xwaringehekê xwarinê naxwim.
Ez perçeyek nanê tîrê davêjim devê xwe, temam e. Li malê jî xwarin û vexwarina min tenê mast e. Ez mast dixwim."
Sê çaran zewiciye û bi dehan zarok û neviyên wî hene
Mehmet Reşît Ak sê caran zewicî ye û du hevjînên wî koça dawî kirine.
Ji sê hevjînên wî 28 zarokên wî çêbûne û zêdetirî 250 jî neviyên wî hene.
Niha zarokê wî yê herî biçûk ji hevjîna sêyemîn Erdem Akê 34 salî ye û zarokê wî yê herî mezin jî ji hevjîna duyemîn Yaşar Akê 77 salî ye.
Hecî Mehmet Reşît Ak dibêje, "Gelek zarokên min hene lê ez wan nas nakim. Ew li cem min namînin. Carinan tên vir, ez wan dibînim û diçin."
"Ji xwe ew dua û nifirên wê ne ku mirina min wisa dereng xist"
Ew dibêje sedema temendirêjiya wî nifira keçikeke bi navê Raxdayê ye. Ji ber ku Raxdayê jê hez kiriye lê wî ew nexwestiye, keçikê nifir lê kiriye.
Hecî Mehmet Reşît Ak dibêje, "Ji xwe ew dua û nifirên wê ne ku mirina min wisa dereng xist û nehîşt ez bimirim.
Wê keçikê carekê qîza birayê min dîtiye, jê pirsîye û gotiye, 'Tu ji kê yî?' Qîza birayê min gotiye, 'Ez ji filankesan im.'
Wê gotiye, 'Tu Reşît nas dikî?' Qîza birayê min gotiye, 'Ew apê min e.'
Wê keçikê jî, yanî Raxdayê, nifir kiriye û gotiye, 'Heke apê te mirinê bixwaze, Xwedê mirinê nede wî; heke ew bixwaze bijî jî, Xwedê nehêle ew bijî.' Wisa nifir li min kiriye."
Hevjîna wî ya sêyem û kurê wî jî piştrast dikin ku temenê wî 136 sal e û ew bi tenduristî jiyana xwe didomîne.
"Ew tiştekî bi hormon ku ji bajêr tê naxwe"
Kurê wî yê herî biçûk Erdem Ak dibêje, “Ez ji hevjîna wî ya dawî zarokê duyem im. Bavê min 136 salî ye. Xwarin û vexwarina bavê min xwezayî ye. Ew tiştekî bi hormon ku ji bajêr tê, naxwe."
Hevjîna wî ya sêyem Dilşan Ak jî dibêje, “Baş e, baş e, şikir ji Xwedê re, ew qas emir kiriye, baş e.”
Hecî Mehmet Reşît niha li heman gundî bi hevjîna xwe ya sêyem û kurê xwe yê herî biçûk re dijî û roj li temenê xwe zêde dike.
RUDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin