Miqdad: Em bi HSDê re li hev dikin, lê Amerîka dibe astengî

Miqdad: Em bi HSDê re li hev dikin, lê Amerîka dibe astengî

.

A+A-

 Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, Tirkiyê beşek ji axa Sûriyê dagîr kiriye, proseya tirkkirinê dike û berjewendiya xwe di wêrankirina Sûriyê de dibîne.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad di hevpeyvînekê ligel kenalên “El-Sûriye” û “El-Îxbariye” de got: “Tevî ku proseya Astana û rêkeftina Soçiyê erênî ne, lê rejîma Tirkiyê wan asteng dike.”

Derbarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, Miqdad got: “Pirsgirêka me bi HSDê re ew e, em ê bi wan re li ser tiştekî li hev bikin, lê dema dagîrkeriya Amerîka li dijî wê be, ew jî red dikin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyê amaje bi wê da, divê HSDê pişta xwe bi Amerîkiyan ve girê nede û got: “Ti proseyeke cudaxwaziyê li Sûriyê bi ser nakeve, eger kî li pişt be jî.”

Ev daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Sûriyê piştî wê tê, 19ê vê mehê Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehemd ragihand, hewlên Rûsyayê yên ji bo pêkanîna danûstandinên bi Hikûmeta Sûriyê re bi ser neketin.

Îlham Ehemd diyar kir jî: “Hewlên ji bo pêkanîna diyalogê heta niha bê encam bûn, sedema vê yekê hikumeta Sûriyê ye ku diyalogê red dike û dixwaze temenê aloziyê dirêj bike.”

Herwiha Miqdad got: “Amerîka zêdetir ji 57 kes welatî di kampa Holê de girtine, ji nava wan 30 hezar zarok in.” Herwiha bang li welatên Ewropî kir jî, ta ku welatiyên vegerînin.

Derbarê sizayên li ser welatê xwe de jî, Miqdad got: “Ew tedbîrên aborî yên bi darê zorê ji aliyê Amerîka û welatên rojava ve li ser gelê Sûriyê hatine sepandin, ne yasayî ne.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin