
Mihemed Şukrî: Li Herêma Kurdistanê bi 73 milyar dolaran hilberîn hatiye kirin
.
Serokê Desteya Hilberînê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî li Herêma Kurdistanê bi 73 milyar dolaran hilberîna biyanî hatiye kirin.
Li gorî gotina Mihemed Şukrî ji sedî 20ê tevahiya hilberînê li Herêma Kurdistanê sermayeya biyanî ye.
Îro yekşemê, di dema destpêkirina Encûmena Kar a Kanada, Kurdistan û Îraqê de Mihemed Şukrî ji Rûdawê re axivî.
Serokê Desteya Hilberînê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Encûmena Karê ya Kanada, Kurdistan û Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê girîng e.
Li gorî gotina Mihemed Şukrî Kanada yek ji welatên pêşeng e di pîşesaziyê de, dewleteke girîng û dewlemend e, çavên hilberînerên wan li ser wê ye ku li derveyî welatê xwe kar bikin.
Serokê Desteya Hilberînê ya Herêma Kurdistanê got, “Ev encûmen jî ji bo me wekî Herêma Kurdistanê derfeteke baş e ku derfeta hilberînê zêde ye û em dikarin wan nîşan bidin û hevahengiya zêdetir bikin.
Ev encûmen deriyekî baştir û firehtir li Îraq û Herêma Kurdistanê jî vedike ji bo karê bazirganî û hilberînê di navbera bazirgan û hilberînerên me û Kanadayê de."
"Peymanên bi Amerîkayê re gelekî girîng in"
Mihemed Şukrî behsa peymanên kompanyayên Amerîkayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got:
"Ew du peymanên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompanyayên Amerîkî re kirin, ji bo me gelekî girîng in çimkî hem hilberîna gaz û petrolê zêde dike hem jî ya karebayê.
Em dikarin sûdê ji gazê wergirin ji bo çêkirina pêdivî û madeyên din û bikaranîna wê wekî LPGyê û damezrandina kargeyên din.
Zêdebûna karebayê jî ji bo me gelekî girîng e bi taybetî di warên geştyariyê û pîşesaziyê û çend warên din de ku bi piştgiriya Xwedê dibe xêr û bereket ji bo hemû Kurdistanê û derfeta zêdetir a kar jî pêk tîne."
Serokê Desteya Hilberînê ya Herêma Kurdistanê amaje bi hilberîna biyanî ya li Herêma Kurdistanê jî kir û got:
"Ji sedî 20ê hilberîna giştî ya Herêma Kurdistanê biyanî ye û em hewl didin ew zêdetir be.
Ew di warên tenduristî, perwerde, çandinî, geştiyarî û teknolojiya pîşesaziyê de kar dikin lê hebûna wan a di gaz û petrolê de ji hemû kartên din zêdetir e."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin