Mihemed Şukrî: Em hewl didin ku şirketên Fransayê li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin

Mihemed Şukrî: Em hewl didin ku şirketên Fransayê li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin

.

A+A-

 Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî di Foruma Bazirganiyê ya Fransa û Îraqê de got, "Em hewl didin ku kompaniyayan razî bikin ku li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin."

Li Parîsa paytexta Fransayê Foruma Bazirganiyê ya Fransa û Îraqê tê lidarxistin.

Şandeyeke Herêma Kurdistanê jî bi serokatiya Serokê Desteya Veberhênanê Dr. Mihemed Şukrî beşdarî forumê bûye.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî di forumê de ji nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Mihemed Şukrî got, "Em girîngiyeke taybet didin forumê, ji ber ku niha çend kompaniyayên Fransî li Herêma Kurdistanê veberhênan dikin û li hêviya hatina kompaniyayên zêdetir in."

Li gorî gotinên Dr. Mihemed Şukrî, ji xeynî beşdariya wan a di forumê de, dê hejmarek civîn û hevdîtinên taybet bi aliyên Hikûmeta Fransayê û kompaniyayên welatê wan re hebin "da ku derfetên veberhênanê li Herêma Kurdistanê û girîngiya avakirina pêwendiyên bazirganî nîşan bidin."

Şukrî her wiha diyar kir ku ew hewl didin di forumê de razîbûna hejmarek kompaniyayan wergirin da ku li Herêma Kurdistanê veberhênan bikin û got:

"Kompaniyayên Îraqî yên ku di forumê de beşdar in jî ji bo me girîng in.

Ger ji vir jî pêwendiyan bi wan re ava bikin, dê bo Herêma Kurdistanê her qezenc be."

Mihemed Şukrî da zanîn ku niha çend kompaniyayên Fransî li Herêma Kurdistanê veberhênan dikin ku hinek ji wan taybet bi çandiniyê ne û got:

"Projeya herî dawî ya hevbeş, projeya çandina dar û kulîlkan bû li gel kompaniyayeke Fransî bi navê Palmers ku di pêşerojeke nêzîk de li Hewlêrê dest bi berhemanînê dike."

Di sala 2023yan de Fransayê bi qasî 341 milyon dolar kel û pel hinardeyî Îraqê kirine.

Serokê Desteya Veberhênanê Şukrî got, "Siyaseta Herêma Kurdistanê ew e ku kel û pel û tiştên pêwîst li hundirê welêt bên hilberandin, wekî nimûne niha hemû kelûpelên avahîsaziyê li hundirê welêt tên hilberandin."

Mihemed Şukrî got, "Em dikarin sûdê ji ezmûnên welatan wergirin û veberhênanê wan bînin Herêma Kurdistanê, lê girîng e hilberandina kel û pelan li nav Herêma Kurdistanê bê kirin."

Biryar e Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê di dirêjahiya forumê de li gel Wezîrê Bazirganiyê yê Fransayê hevdîtinekê bike.

Mihemed Şukrî red kir ku di civînê de tu girêbestek were mohrkirin û got:

"Tenê guftûgo dê li ser derfetên veberhênanê yên li Herêma Kurdistanê bibe ku em çawa dikarin di pêşerojê de warên bazirganî û veberhênanê berfirehtir bikin."

Çavê Fransayê li Îraqê li ser çend projeyên mezin û stratejîk e.

Şukrî got, "Ew projeyên ku niha Fransa di rêya çend kompaniyayên mezin ên petrol û gazê li Îraqê cîbicî dike, bêguman ji me re jî girîng in û em dixwazin kompaniyayên Fransî di warên bipêşxistina û pîşesaziya petrol û gazê de li Herêma Kurdistanê veberhênan bikin."

Qebareya bazirganiya salane ya navbera Îraq û Fransayê nêzîkî 2,2 milyar dolar e.

Di sala 2023yan de Îraqê bi qasî 1,84 milyar dolar hinardeyî Fransayê kiriye, Fransayê jî 341 milyon dolar hinardeyî Îraqê kiriye.

Kaynak:Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin