Mihemed Riza Şeceriyan koça dawî kir

Mihemed Riza Şeceriyan koça dawî kir

Hunermendê naskirî yên Îranê Mihemed Riza Şeceriyan di 80 saliya xwe de koça dawî kir.

A+A-

Îro roja pêncşemê 08. 10. 2020an hunermendê naskirî yê Îranî Mihemed Riza Şeceriyan koça dawî kir. Şeceriyan demeke dirêj li nexweşxanê bû û tedawî dibû û bi nexweşiya pençeşêrê ketibû.

Hunermend Mihemed Riza Şeceriyan li seranserî cihanê gelekî navdar e û di sala 1940î de li Xorasanê li Meşhedê ji dayik bibû. Heta niha derbarê muzîka klasîk a kurdî de bi dehan albüm belav kirine û gelek xelatên navdewletî wergirtine.

Herwiha Şeceriyan gelekî behsa muzîka kurdî û hunermendê kurd Seyid Elî Esxerî Kurdistanî kiriye û Seyid Elî Esxerî Kurdistanî weke zilamekî efsanewî yê çiyayên Kurdistanê wesif dike û dibêje wî gelekî ji hunerea Seyid Elî Esxerî Kurdistanî wergirtiye.  

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin