Mihemed Mûsa: Dagirkerên Kurdistanê nahêlin diyaloga Kurdî serbikeve

Mihemed Mûsa: Dagirkerên Kurdistanê nahêlin diyaloga Kurdî serbikeve

.

A+A-

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê di derbarê helwesta rejîma Sûriyê ya li hember Kurdan û Rêveberiya Xweser û helwesta Rûsyayê û çarenivîsa diyaloga aliyên Kurdî de axivî û diyar kir: rejîma Sûriyê “heta niha jî hebûna Kurdan înkar dike” û herwiha da zanîn: “Dagirkerên Kurdistanê nahêlin diyaloga Kurdî serbikeve.”

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa, ji Rûdawê re destnîşan kir, zêdetirî 10 sal e şerê navxwe yê Sûriyê berdewam e û bûye sedema wêrankariyeke mezin û got, ew ne di wê baweriyê de ye ku rejîmê amadekariyek hebe bo diyaloga li gel Rêveberiya Xweser.

Di berdewama gotinên xwe de Mihemed Mûsa eşekere kir: “Xwendina rejîmê rewşa heyî ya Sûriye tê re derbas dibe nayîne berçavan. Zexta navdewletî jî dema sist dibe rejîm xurt dibe. Rejîmê xwendineke gelek xelet heye. Sûriye îro 3 perçe ye, rejîm razî bibe an nebe.”

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê diyar dike, ti hêviya wan ji rejîmê nîne û dibêje: “Heta niha rejîm hebûna Kurdan li Sûriyê înkar dike, nîzameke ku înkara hebûna min bike, ez dê çawa bikevim diyalogê û çawa dê amade be! Ti amadekarî li gel rejîma Sûriyê nîne.”

Li ser helwesta Rûsyayê jî Mihemed Mûsa da zanîn: “Helwesta Rûsyayê helwesteke xerab e, Rûsya daîma piştgirya nîzamê dike û ji me dixwaze em xwe radestî rejîmê bikin. Rûsya dikare zextê li rejîmê bike, lê ew ji bo bihêzkirina rejîmê kar dikin.”

Derbarê girîngî û bandora diyaloga Kurdî-Kurdî li ser diyaloga bi rejîmê re û sedemên rawestana wê diyalogê jî Sekreterê Partiya Çep a Kurd eşkere dike: “Diyalog ev 3 meh e rawestiyane, dagirkerên Kurdistanê nahêlin diyalog biçe serî. Cihê mixabiniyê ye ku hereketa Kurdî heta niha jî ne serbixwe ye û bê bandor û bê helwest e. Divê hereketa Kurdî li Sûriyê bandora xwe hebe û xwedî nêrîn be.”

Mihemed Mûsa radigihîne ku helwesta wan wek partî li hember girtina kesên siyasî diyar e û ew red dikin, lê dibêje: “Diyaloga miletekî, ku hereketeke siyasî bo pêşeroja miletekî li ser disekine û mesela hebûn û tunebûnê ye, divê ji ber girtina 4 kesan neyê rawestandin. Diyalog mezintir e. Em ne li gel girtina kesên siyasî ne. Lê sedema rawestana diyalogê ne ev e; hereketa Kurdî ne serbixwe ye, ne xwedî rol e. Dagirkerên Kurdistanê zexteke zêde dikin ku ev diyalog bisernekeve.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin